Beriya niha muhendîsê kompûterê Ferhad Baysal lîstikeke pêşbirka agahiyan bi Kurdî ji bo telefonên bi destan ên bi Androîdê çêkiribû bi navê pirs. Baysal niha jî lîstekeke peyvên kurdî amade kiriye û tê de 20 hezar peyv hene. Lîstik bi 8 zimanan hatiye amadekirin û Kurdî jî di nava wan de ye. 

Kesên ku hez ji xaçepirsan dikin wê kêfa wan ji vê lîstikê re bê. Lîstik bi Kurmancî û tîpên Latînî ye. Halê hazir lîstik ji bo iphoneyan nehatiye amadekirin. 

Li ser malpera https://leyzok.com/ mirov dikare hem vê lîstikê, hem jî lîstikên din ên bi Kurdî ji bo telefonên destan peyda bike.

https://play.google.com/store/apps/details?id=com.kurdish.words

NAVENDA NÛÇEYAN