Peyman binpê bû El- Zewahirî hat kuştin

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 2 Tebax 2022 - 21:27

  • Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Biden ragihand ku serekê El-Qaîdeyê Ayman El-Zewahîrî li Kabîlê di êrişeke bi droneyê de hatiye kuştin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Biden ragihand ku serekê El-Qaîdeyê Ayman El-Zewahîrî li Kabîlê di êrişeke bi droneyê de hatiye kuştin.

Serokê DYE'yê Joe Biden duşemê êvarê bi daxuyaniyekê ragihand ku Ayman El-Zewahîrî yê Misrî, di şeva şemî diqulibî yekşemê de li paytexta Efxanistanê Kabîlê bi êrişeke bi droneyê hatiye kuştin.

Joe Biden diyar kir ku êrişa bi droneyê bi fermana wî hatiye kirin û got, "Edalet bi cih hat û ev rêveberê terorîst êdî tine ye."

Rêveberiya Talîbanê, ya ku Emerîkayê piştî bidawîkirina dagirkeriyê, rêveberiya welat jê re hişt, kuştina El-Zewahirî piştrast kir. Wê ji ber êrişê rêveberiya Emerîkayê şermezar kir. Wê îdîa kir ku DYE´yê peymana li Dohayê 2020´an îmzekirî, binpê kiriye. DYE´yê jî got, Talîbanê bi hewandina El-Qaîdeyê li Kabîlê peyman binpê kiriye. Lewma peyman dibêje, divê El-Qaîde li Efxanistanê nehewe.

Her wiha hat zanîn ku teqînên berê sibeha yekşema bihurî, yên ku Talîbanê derheqê encaman de tiştek negotibû, ev êriş bixwe ye.

Kesê DYE´yê herî zêde lê digeriya, Ayman El-Zewahîrî bû û 25 milyon dolar jî xelat hatibû danîn ji bo kesê bike ku bê girtin yan jî kuştin.

DYE El-Zewahîrî weke yekî ji berpirsyarên sereke yên êrişa 11'ê Îlonê dinirxand.  

WASHINGTON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.