- Hunermendê Ingilîz Alex Chinneck bi peykerên xwe yên surreal ên qamûyî zorê dide xeyalên xelkê û bi peykerên xwe hin rastiyan berevajî dike. Esas ew berevajî nake, mirov dikare bibêje rastiyê li hev badide û deforme dike.
Alex Chinneck bi qulubeyên telefonan, lembeyên kolanan û qutiyên posteyê yên li kolanan dadikeve û ruhekî din ava dike bi van tiştan re. Çawa ku yekî li kolanan, di dema gerê de van tiştan li hev bada be û bi zanebûn deforme kiribe tên xuyanê. Ev formên nû yên van tiştên ku me li jor navê wan hilanî her çend tewş werin xuyanê jî hêla wan ya estetîk jî heye û gava mirov li van peykeran dinihêrin bivenevê dibişirin û ji wan re ecêb tê.