’Pêwistiya me hevkarî û alîkariyê heye’

Duşem 21 Sibat 2022 - 22:18

  • “Beşeke esasî ya Xweseriya Şengalê, xweseriya ziman û çanda wê ye. Em bang li tevahî sazî, dezgeh û gelê xwe yê Êzîdî yên li welat û derveyî welat dikin ku bi awayek xurt beşdarî kampanyayê bibin.”

Saziya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Êzîdxanê bi wesîleya roja Zimanê Dayikê kampanyayeke alîkariyê da destpêkirin û ev bangawazî kir: “Beşeke esasî ya Xweseriya Şengalê, xweseriya ziman û çanda wê ye. Em bang li tevahî sazî, dezgeh û gelê xwe yê Êzîdî yên li welat û derveyî welat dikin ku bi awayek xurt beşdarî kampanyayê bibin.”

Li Şengalê Saziya Perwerdê ya Civaka Demokratîk a Êzîdxanê daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo parastin û pêşxistina perwerdeya bi zimanê dayikê, ew kampanyayeke piştgirî û hevkariyê didin destpêkirin. Daxuyanî ji aliyê yek ji Mamostayên saziya perwerdeyê Xanim Cindo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî fermanê 8 sal in di nav zor, zehmetî û êrîşên giran de xebatên ziman û perwerdeyê hatiye meşandin.

Beşdarî vê kampanyaya me bibin

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:“Em wekî komeke ciwanên xwebexş, me heya niha hewl daye zarokên civaka xwe li gor bîr, bawerî û dîroka wan perwerde bikin û bi vî rengî ji polîtîkayên qirkirina çandî biparêzin. Em bi derfetên xwe zarokên civaka xwe bi zimanê dayîkê perwerde dikin. Lê ji ber bêderfetiyan em di gelek milan de kêm dimînin, ji ber wê yekê ji bo ku em zarokên civaka xwe di her milî de perwerde bikin û li beramberî polîtîkayên qirkirina çandî biparêzin, pêwîstiya me bi piştgirî û alîkariyeke xurt heye.

Bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji bo piştgiriya xebatên perwerdehiyê yên li Şengalê kampanyayeke alîkariyê didîn. Ji bo parastin û pêşxistina çand û zimanê Êzîdxanê hem di milê madî hem di milê manewî de pêwistiya me bi piştgirî, hevkarî û alîkariyê heye. Li ser vê esasê em di serî de bang li tevahî sazî û dezgeh û gelê xwe yê Êzîdî yên li welat û derveyî welat dikin ku bi awayek xurt beşdarî vê kampanyaya me bibin û piştgiriya xwe bigihînin me.

Bang li UNESCO’yê dikin da ku bi erka xwe rabe û wekî civakek ku di fermanan re derbas bûye û bi polîtîkayên qirkirina çandî re rû bi rû ye, piştgirî û hevkariya xebatên ziman û perwerdeyê ya Şengalê bike.”   

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.