Muzîkjen Mem Ararat hefteyek berê mizginiya albuma xwe ya nû dabû guhdarên xwe. Heman rojê stranek ji albumê ‘Pesna Evînê’ ku navê albumê ye jî, li ser hesabê xwe yê Youtube belav kiribû. Îro jî ji albuma xwe strana ‘Serê Vê Sibê’ li ser hesabê xwe belav kir. Di nava çend saetan de bêhtirî 10 hezar kesan li stranê guhdarî kir. Gotin û muzîka vê stranê eydî Mem Ararat e.

NAVENDA NÛÇEYAN