Gelek şiroveyên cihê yên peykeran hene. Her hunermendek bi şêwazekî cuda nêzî çêkirina peykeran dibe û ji xwe re stîlekê ava dike. Peyker ew tişte ku di hundirê zeman de îşaret bi fîgûrekî statîk dike. Çawa ku ew tevgerê îfade dike, di heman demê de dikare bi mefhûma guherînê jî dakeve û di vî warî de jî fîgûrên nû şirove bike. Hunermendê peykeran Zheng Lu, ku li Pêkîna Çînê dimîne û xebatên xwe li wir dimeşîne, bi guherîna dilopên avê daketiye. Dema dilopên avê dirijin erdê bi çi awayî belav dibin, ew weke peyker nîşanî me dane. Yanî wî peşkên avê weke peyker şirove kirine. 

Zheng Lu van peykerên xwe ji polaya zeng nagire, çêkirine û her yek bi awayekî cihê hatiye çêkirin. Dilop û peşkên ku wî weke peyker çêkirine, ji hev cuda ne û yek naşibe ya din. Zheng Lu got, “Ji bo pêvajoya çêkirina berhemekî raman û hizrek divê. Lazim e mirov xweşik biponije. Encam weke bedeneke zindî ye, her çiqas malzeme hişk bin jî. Yanî malzemeyên înorganik û organîk hevkariyekê dikin bi hevre û bi vî awayî ev berhem derdikevin holê.”

Zhen Lu derbarê xweza, dinya û her wiha metnên fîlozofîk de jî xwedî hizreke kûr e. Tiştên disêwirîne bi helbestê ve jî girê dide û peykerên xwe xeke fîgûrên helbestî pênase dike. Polayê ku ji wan peykeran çêdike dibe ku malzemeyekî hişk û req be, lê wî ev malzemeya hişk tewandiye. Her teweke wî weke peyvên helbestekê jî dikarin werin nirxandin.

PÊKÎN