Li Yewnanistanê piştî şewata daristanan, niha baraneke zêde lê kir. Di encamê de kesek mir.
Li Parka Dadîa ya Neteweyî ya li herêma Evros a li bakurê Yewnanistanê, piştî şewatên daristanan a di nava du hefteyên dawî de li welêt baraneke zêde bariya.
Berdevkê hikûmetê, Yannîs Artopîos ji kanala televîzyonê ERT´ê re axivî û got, roja Sêşemê bi taybetî li bajarê navendî Volosê yê herêma Magnisiayê bahoz çêbûye û baranê li wir xweş kiriye.
Artopios da zanîn ku li gundê Agîios Gerogios ê li heman herêmê şivanek ketiye ber ava lehiyê û winda bûye. Li gorî xizmetên Parastina Sivîl li giravên li nêzî Sporades Magnisiayê û herêma Magnisiayê rewşa hewarê ya sor hat ragihandin.
Hat zanîn ku avê daye qata jêrzemînê ya nexweşxaneya Volosê jî û agirkuj hewl didin avê derxînin.
Berdevkê hikûmetê Yannis Artopios ji 19’ê Tebaxê û vir ve têkildarî şewatên daristanan ên li Dadiayê daxuyaniyê dide. Wî da zanîn ku şewat hemû di bin kontrolê de ne.
Şewatên ku Umaniyan ew weke mega-şewat bi nav kirin, heta niha 31 hezar hektar erda daristanan şewitandiye.
ATÎNA