Pêşengeke mezin bû
Duşem 2 Çile 2023 - 00:14
- Hevrêyê şehîd Evîn Goyî, Cahid hesen: Wê xwe fedayî têkoşîna azadiyê kir. Têkoşîneke bê navber. Bê guman pêşengî ji Şoreşa Rojava û Têkoşîna Azadiya Jinê re kir. Pêşengeke mezin bû. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn ji bo jinê bû mînak û bû sembola berxwedanê.
Evîn Goyî sala 1977’an li gundê Hilalê yê navçeya Qileban a Şirnexê hatiye dinê. Evîn Goyî sala 1988’an tevlî nava refên PKK’ê bû û bi pêşengiya ji Şoreşa Rojava re, li dijî DAIŞ’ê şer kir. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bû.
Di komkujiya 23’ê Kanûna 2022’yan a li Parîsê de, Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer û welatparêz Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin.
Hevalê têkoşînê yên Evîn Goyî, Cahid Hesen û welatparêzên ji Rojavayê Kurdistanê, têkildarî jiyana Evîn Goyî ji ANF’ê re axivîn.
Cihê xwe di dilê her kesî de çêkir
Cahid Hesen sala 2011’an li Başûrê Kurdistanê şehîd Evîn Goyî nas dike. Ew wiha qala pêvajoya naskirina Evîn Goyî dike: “Sala 2011’an kurt jî be, şansê min ê dîtina Hevrê Evîn çêbû. Di mehên despêkê yên sala 2016’an de, em li Rojavayê Kurdistanê li heman qadê bûn û me di heman rêveberiyê de cih girt. Bê guman ked û rola hevrê Evîn a di Şoreşa Rojava, û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mezin e û wê pêşengî kir. Kar û xebatên TEV-DEM´ê, komun û meclîs bi rê ve dibirin.”
Cahid Hesen dide zanîn, ji ber ku şehîd Evîn Goyî hevrêyekê civakî bû, di demeke kurt de di dilê gelê Rojava de cih girt: “Ne tenê di nava gelê Kurd de, di nava Ereb û pêkhateyên din de jî cihê xwe girt. Li Rojavayê Kurdistanê ji gundan heta bajaran, bi rola pêşengiyê rabû, komun û meclîs bi destê xwe ava kirin. Di heman demê de, di xebatên birêxistinkirinê de jî, kedeke mezin da. Bi rola pêşengiyê ya Hêzên Parastina Civakî jî rabû. Evîn Goyî bi dilnizmiya xwe dihat nasîn. Hevrê Evîn pêşengek bû. Her tim guhdarî dikir û hewl dida, kesê li pêşberî xwe fêm bike.”
Xwe fedayî tekoşîna azadiyê kir
Cahid Hesen qala têkoşîna 34 salan a Evîn Goyî jî dike û dibêje; “Wê xwe fedayî têkoşîna azadiyê kir. Têkoşîneke bê navber. Bê guman pêşengî ji Şoreşa Rojava û Têkoşîna Azadiya Jinê re kir. Pêşengeke mezin bû. Tevî ku dawiya sala 2018’an rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bû, rojekê jî ji têkoşînê paş ve nema, timî li pêş bû û pirsgirêkên wê yên tenduristî ji bo xebatên wê nebûn asteng. Hevrê Evîn li 4 parçeyên Kurdistanê, têkoşîn bi rê ve bir. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn ji bo jinê bû mînak û bû sembola berxwedanê.”
Komkujî ronî nebe
Fransa hevkar e
Cahid Hesen bal bire ser Komkujiya Parîsê ya 2’an û got; “Fransa divê ser komkujiyê negire, meseleyê nenixumîne û heqîqetê ronî bike. Çawa ku di qetilkirina şehîd Sara, Fîdan û Leylayê de bû hevkarê dewleta Tirk û MÎT’ê, wê bi ronînekirina komkujiya 23’ê Kanûnê jî bibe hevkar. Heger komkujî bê nixumandin, Fransa wê ji aliyê gelê Kurd ve weke hevkarê komkujiyê bê binavkirin. Em ê ji bo ku komkujî neyê nixumandin, têkoşînê bidomînin.”
Hevrê Evîn hertim rê nîşan dida
Welatparêz Kelsuma Eyup jî da zanîn ku, ew Evîn Goyî ji sala 2018’an ve li Dirbêsiyê nas dike: “Timî civîn çêdikirin, şêniyên navçeyê dilsozên hevrê Evîn bûn. Hevrêyeke bi nirx bû. Hevrêyeke welê bû, xelkê jê hez dikir û rêz jê re digirt. Keseke welê bû, dikarî bi mezinan re bibe mezin, bi zarokan re bibe zarok û bi ciwanan re bibe ciwan. Rê nîşan dida, hevrê Evîn rûken bû. Ji bo em ji rêya rast dernekevin, hewl dida û xwedî hêzek bû ku rastî û şaşitî ji hev derdixistin.
Şehîd Evîn gelek caran li mala me ma. Me mala xwe, dilê xwe ji Evînê re vekir. Mala me ji kerpîçê hatibû çêkirin. Pirr ji malên wiha hez dikir. Timî digot, ew nefesê distîne û qala gundan dikir. Zarokên min jî wê demê pirr piçûk bûn û peywendiya wê ya bi zarokan re pirr baş bû. Di demeke kurt te cihê xwe di dilê gel de çêkir. Şehadeta wê em xemgîn kirin. Em ê xwedî li keda wê derkevin. Em ê şopdarê têkoşîna wê bin.”
Evîn Goyî cesaret dida me
Evîn Seydo jî dide zanîn ku wê sala 2017’an dema ku Evîn Goyî çû mala wan, ew nas kiriye: “Axaftinên wê xwezayî bûn, timî dikeniya. Gava ku nedihat mala me jî, çûba kîjan malê em diçûn gel wê. Ji ber ku me ji guhdarîkirina hevrê Evîn hez dikir, hêz dida mirov. Heger jin niha bi hêz bin, li ber xwe didin û pêşengiyê dikin, para hevrê Evîn di vê yekê de mezin e. Xîtaba wê bi hêz bû, bandor li gel dikir û gel dixist tevgerê. Me soz da ku em ê têkoşîna wê bidomînin. Em ê zarokên xwe bi têkoşîna wê mezin bikin. Ji me hez kir, em hembêz kirin û hezkirina wê di dilê me de bi cih bû. Em ê bi hezkirina wê, zarokên xwe ji siberojê re amade bikin.”
Bêdengiya wê jî perwerde bû
Mihemed Xelef jî tîne ziman ku ew 3 salan bi şehîd Evîn re têkoşiyaye û dibêje, “Bi bêdengiya xwe jî em perwerde dikirin. Bêdengiya wê hînker bû. Xwedî taybetmendiyan bû ku mirov bi partiyê ve girê dida. Jinê pêşengî ji Şoreşa Rojava re kir. Yek ji van pêşengan jî, hevrê Evîn bû. Careke din jina pêşeng kirin armanca êrişan. Bêdengiya hêzên navnetweyî, îşaret bi komkujî û hevkariyê dike. Banga me ji bo wan hêzên navnetweyî ye yên ku ji bo gelên xwe têkoşîna demokrasî û azadiyê dikin. Divê li dijî kesên Sara û Evîn qetil kirin, kes bêdeng nemîne. Kesên dibêjin, em ji bo demokrasiyê têdikoşin, divê li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin, heger bimînin dora wan jî wê bê.”
NAVENDA NÛÇEYAN