Pêşbirka nivîskarên siberojê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 29 Tîrmeh 2021 - 03:27

  • Nivîsgeha Çalakiyan a Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi dirûşma “Şitlên îro, darê sibe ye” qonaxa sisiyan a Pêşbirka Nivîskarê Pêşerojê li hola Beylesan a navçeya Amûdê li dar xist.

Pêşbirk bi beşdarbûna 200 xwendekaran dest pê kiribû, ji wan 76 gihiştin qonaxa sêyemîn a dawî. Ji wan xwendekar 27 bi zimanê Erebî û 49 bi zimanê Kurdî dinivîsînin. Ji nav 76 kesan 12 jê ji aliyê komîteya nirxandinê ve wê werin hilbijartin.

4’ê Hezîranê ezmûna devkî ya beşa yekemîn, 10’ê Tîrmehê jî beşa duyemîn dest pê kiribû. Di ezmûna sêyemîn a pêşbirkê de jî xwendekaran berhemên xwe “Çîrok, gotar û helbest” pêşkêş kirin.

Cara duduyan e tê çêkirin

Girêdayî mijarê, endama rêveber a Nivîsgeha Çalakiyan a Desteya Çandê ya herêma Cizîrê Neîma Murad diyar kir ku ev cara duyemîn e ku ev çalakî tê lidarxistin û got, xwendekar ji bajar û navçeyên cûda yên herêma Cizîrê beşdarî pêşbirkê bûne.

Neîma destnîşan kir ku çalakî li gorî du beşan; mezin û zarokan û bi zimanên Kurdî û Erebî tê organîzekirin. Her wiha got, beşa yekemîn a zarokên di navbera 10 salî heta 14 salî de ye û ya duyemîn jî di navbera 15 heta 18 salî de ye.

Li ser armanca lidarxistina vê pêşbirkê Neîma Murad got: “Zarok niha betlaneya havînî derbas dikin û ji bo dema wan vala derbas nebe me xwest ku bi xwendin û nivîsandinê derbas bikin.” 

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.