Bi pêşengiya Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê pêşangeheke wêneyan a zarokan hat amadekirin. Komîna Xêzkirina Wêneyan a kantona Şehbayê pêşengeha wêneyan li gundê Ziyaret ê navçeya Şêrewa ya girêdayî kantona Efrînê vekir.

16 xwendekar bi wêneyên xwe beşdarî pêşangehê bûn. Cihê pêşengehê bi zêdetirî 200 tabloyên ku li ser rengê jinê, xweza û folklora Kurdî bûn, hat xemilandin. Xwendekar bi cilê xwe yên folklorî beşdarî merasîma vekirina pêşangehê bûn. Xwendekarên ku bi tabloyên xwe beşdarî pêşengehê bûne li ser xebatên xwe yên xêzkirinê axivîn.

Folklora Kurdî xêz dikim

Xwendekar Sozyar Hemo ya 13 salî ku bi 24 wêneyan beşdarî pêşengehê bûye wiha dipeyive: “Ez li dibistana gundê Ziyaretê dixwînim. Hezkirina min ji xêzkirina wêneyan re heye loma derbasî komîna xêzkirina wêneyan bûm da ku xwe zêdetir pêş bixim. Ez bi 24 tabloyên xwe beşdarî vê pêşengehê bûm. Min di tabloyên xwe de folklora Kurdî xêz kir ji ber her çanda me rastî qirkirinê tê, di heman demê de tabloyek min li ser êrîş û şerê ku li Efrînê ye.”

Berxwedan qehremaniya jinê xêz dike

Xwendekar Sînem Elî ya 14 salî jî dibêje, wê di taboyên xwe de hewil daye rengînî û xwezaya jinê nîşan bide; “Em fêrî zimanê dayikê dibin û bi zimanê xwe dixwînin. Ev 3 meh ez di komîna xêzkirina wêneyan de dixebitim. Dayika min piştgirî da min ku ez xwe bigihînim vê astê. Di wêneyan de min xwest jin û huner, xwazeya jinê û rûyê jinê yê watedar xêz bikim. Di van wêneyan de min xwest azadiya jinê derbixînim pêş. Armanca min ji xêzkirina wêneyan ew e ku berxwedan û qehremaniya jinên Kurd derbixînim.” ANHA/ŞEHBA