• Pêşangeha 4’emîn a Pirtûkan a Şehîd Herekol dest pê kir.

Bi diruşmeya “Bixwîne, xwe nas bike”, Pêşangeha 4’emîn a Pirtûkan a Şehîd Herekol li hola Zana ya bajarê Qamişloyê dest pê kir.
Pêşangeh ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ve hatiye organîzekirin. Bi tevlîbûna 39 weşanxaneyan kitêbên bi zimanên Erebî, Kurdî, Suryanî, Tirkî û Ingilîzî hatin pêşandan. Her wiha cara yekemîn 3 weşanxaneyên nû beşdarî pêşangehê bûn (Neqiş, Ava, Meda).

Bi navê din beşdar bûn

Endamê Komîteya Amadekar a Pêşangeha 4’an a Pirtûkan a Şehîd Herekol, Aram Elî derbarê pêşangehê de ji ANHA’yê re axivî û got: “Di nava şert û mercên zehmet û dagirkeriyê de ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibin û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê me dikarî vê pêşangehê vekiin û hejmarek mezin a weşanxaneyan kom bikin.” Aram destnîşan kir ku hin weşanxane yên li Bakur û Başûrê Kurdistanê ji ber mercên siyasî bi navê xwe yên fermî tev li pêşangehê nebûn, lê bi navê din beşdar bûn.

Wêjevan, şoreşger û fermandar

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê Ronahî Hesen jî di merasîma vekirinê de axivî û got: ‘’Ev pêşangeh her sal ji bo bîranîna wêjevan, şoreşger û fermandarê YPG’ê Hisên Çawîş (Herekol) tê vekirin. Em bi hêvî ne ku layiqî peyama bi nirx a nemir Hisên Çawîş be.”
Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yûnis pêşangeh li cangoriyên azadiyê pîroz kir û got, ev pêşangeh berhemên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye û fedekariya bi hezaran zarên vî gelê ne.

Ji bo zarokan

Di pêşangeha îsal de, beşek taybet ji bo zarokan hatiye vekirin. Her wiha dê semîner werin dayîn û pirtûk werin îmzekirin. Pêşangeh dê 6 rojan dewam bike.

ANHA/QAMIŞLO