- Berhemên hunermenda Meksîkayî Frîda Kahlo bi riya teknolojiyê di pêşangehekê de tên nîşandan. Pêşangeha bi navê “Frida: La Experiencia Immersiva” (Ezmûnên Balkêş) li Mexîco City hate vekirin. Pêşangeh dê heta 30’ê îlonê ji serdanan re vekirî be.
Di pêşangehê de 26 berhemên Frîda Kahlo di nav 35 deqeyan de bi awayekî dîjîtal tên nîşandan. Yek ji xizmên Frîda Kahlo ya bi navê Mara de Anda ji bo pêşangehê dibêje, “Me xwest bi vê rêyê em berhemên Frîda bi awayekî dilsoz nîşan bidin û bidin naskirin. Frîda jineke modern bû. Ev pêşangeh pirr lê tê.”
Pêşangeha Frîda Kahlo di nav du sal û nîvan de hatiye amadekirin. Ji bo pêşangehê 90 projektor û 50 jî hoparlor hatine bikaranîn. Her wiha stranên ku Frîda Kahlo ji wan hez dikir jî di pêşangehê de tên bihîstin û kesên diçin serdana pêşangehê dikarin li van stranan jî guhdar bikin. NAVENDA NÛÇEYAN