- Asli Filiz got, “Ez bi giranî li ser babeta jinê kar dikim. Min hewl da ku ez êşên me, şahiyên me bi rengan nîşan bidim. Hêvîdar im ku min karîbûye van hestên xwe bigihînim we."
SELMA AKKAYA/PARÎS
Tevgera Jinên Kurd li Fransayê, di çarçoveya çalakiyên 8´ê Adarê de pêşangeha Asli Filizê ya bi navê “Destên me li ser navtenga me ne” 1´ê Adarê bi resepsiyonekê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Parîsê de vekir.
Namzetê parlamenteriyê yê Tevgera yên Serînatewînin a Fransayê, endamê meclîsa şaredariya bajarê mezin a Parîsê Danielle Simonnet, Mala Aştiyê ya Parîsê, Tevgera Aştiyê, endama meclîsa şaredariya departmana dehan a Parîsê Elie Joussellin, Mala Jinan a Montreuilê, nûnerên Partiya Komunîst a Fransayê, kedkarên CDK-F, TJK-F û Tev-Çand Parîsê jî di resepsiyonê de amade bûn. Di pêşangehê de berhemên Asli Filizê yên “Şahmaran”, “4 Jin 4 Xak”, “Motîfên Merşan ên Dest li ser navtengê”, “Keçên winda yên Dêrsimê”, “Aysel Tugluk-Bîr”, “Li Rojava jin”, “7 rojên dayika Teybet” cihê xwe digirin.
Asli Filiz di resepsiyonê de got, “Ez bi giranî li ser babeta jinê kar dikim. Min hewl da ku ez êşên me, şahiyên me bi rengan nîşan bidim. Hêvîdar im ku min karîbûye van hestên xwe bigihînim we."
Di resepsiyonê de muzîkjena ciwan Zelal Allak li kemanê xist û Deniz Yavuncu jî li piyanoyê xist. Pêşangeh wê heta 10’ê Adarê vekirî be. Asli Filiz jî wê heta 4 Adarê li cihê pêşangehê be û serdêran pêşwazî bike.