
- Ji bo zarokan huner û xêzkirin ne tenê lîstik e; ew amûreke derbirînê ye. Zarokên ku di bin şert û mercên zehmet de dijîn, bi rêya wênesaziyê hest, tirs û hêviyên xwe yên hundirîn derdixin holê. Ev yek trawmayên derûnî kêm dike û baweriya wan bi xwe tîne.
Di vê çarçoveyê de; li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), dewreya perwerdeya wênexêziya havînê ku ji aliyê Atolyeya Şehîd Delîla ve hatibû organîzekirin, bi merasîmeke coş û geş bi dawî bû. Perwerdeya ku sê mehan dom kir û zêdetirî 70 zarok beşdar bûn, di roja dawî de bi bernameyeke dewlemend pêk hat.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê atolyeyê Ayten Sure axaftinek kir.
‘Em kêfxweş in ku zarok beşdarî atolyaya havînê bûn’
Ayten Sure bal kişand ser girîngiya pêşxistina hunera zarokan û wiha got: “Di werzê havînê de atolyeya me derfetê dide hemû zarokên wargehê ku hunera xwe pêş bixin. Her wiha em gelek kêfxweş in ku ewqas zarok beşdarî perwerdeya atolyayê bûn. Em spasiya hemû mamoste û malbatan dikin ku di vê pêvajoyê de kedeke mezin dan.”
Piştî axaftinê, sînevîzyona ku ji dîmenên pêvajoya perwerdeya zarokan pêk dihat, hat nîşandan. Bername bi stranên ku ji aliyê komên Çand û Hunera Mexmûr û Stêra Zêrîn ve hatin pêşkêşkirin, bi dawî bû.
JÎNHA
***
Helbestên ji ‘Serêkaniyê’
Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin, ji Weşanên Nûbiharê derketiye.
Dîlan Şewqî ji Rojava ye, di sala 1970’yî de hatiye dinê. Ew ji sala 2011’an ve li navçeya Kûlûya Konyayê dijî. Berê jî hin pirtûkên wê li Qamişlo derketine. Dûre hin pirtûkên wê li Stenbolê ji aliyê Avesta û Nûbiharê ve hatine weşandin. Û niha pirtûka wê ya dawî, bi navê “Serêkaniyê” li ber destê xwendevanan e.
Edîtoriya vê pirtûkê qunciknivîskarê Diyarnameyê, helbestvan Yeqîn H. kiriye.
Va ye parçeyek ji pirtûkê.
Demekê ku em destar bûn
em hawara te bûn welato
Me rişk û spiyên nezaniyê
ji nava serê te derdixistin
em destek bûn
Kevneşopî
tejika bin nigê me bû
Me tirs hêrabû
me bêyî navê te tu tişt nedixwest
me bêyî navê te tu tişt nedidît
...
NAVENDA NÛÇEYAN







