Pênûs û lênûs dilê min rehet dikin

Nûçeyên Jin

Çarşem 15 Adar 2023 - 04:30

VIYAN AMED/JÎNHA/QAMIŞLO

 

Her mirovek bi huner, hestên xwe tîne ziman û her mirovek bi şêwazekî dikare xwe îfade bike. Yek ji wan kesan, şêwekar Solîn Osê ye ku bi riya xêzkirina wêneyan hestên xwe tîne ziman. Solîn Osê ji bajarê Qamişloyê ye û ji zaroktiya xwe ve dest bi xêzkirina wêne û tabloyan kiriye. 

Solîn Osê ji bo destpêkirina xêzkirina wêneyên xwe got; "Min di zarokatiya xwe de ji xêzkirina wêneyan hez dikir, ji lewra dema min rûpêlekî didît min yekser wêne xêz dikir. Ew taybetmediya min bala mamosteyê min kişand, loma her digot tu bibe şêwekarekî pispor. Vab gotinan hêz dida min. Hem hezkirina min û hem jî qabiliyeta min di wêneyan de diteyisî. Dema wêneyên min bala xelkê dikişandin jî kêfa min dihat.”

 

Xêzkirina xeyalan xweş e

Solîn Osê got, pênûs û lênûsa wê xeyalê wê xêz dike: "Dema mirov ji karekî hez bike dikarê her amûrê bi kar bîne. Carina ji bo xêzkirina wêneyan ez bi tenê pênûs û lênûsê peyda dikim, ev yek jî min rehet dike, ji ber ku ez xeyalên xwe dikarim xêz bikim. Dema ez zarok bûm, min di televîzyonê de her li balerînan û dansên wan temaşe dikir. Min her dixwest biçim li gel wan û xêz bikim, lê ji ber derfet nebû, ew jî ne pêkan bû. Min dikarî bi riya wêneyan jinên ku reqsa baleyê dikin, xêz bikim û ev yek di dilê min de nema, ji ber ku xeyalek bû. Hesta herî xweş ew e ku mirov karibe xeyalên xwe xêz bike." 

 

Teyisandina hestan ya li ser tabloyan

Solîn Osê wiha pênaseya çêkirina tablo û xêzkirina wêneyên xwe dike: “Bala min herî zêde diçe ser şewazê tabloyên xweîfadekirinê. Ez di vî şêwazî de azadiyê dibînim, ji ber hestên herî zelal û xweş di wan tabloyan de tên dîtin û tablo zimanê hestan in. Mirov dikare di tabloyên xwe de hestan biteyisîne. Di welatê me de şer heye, ji lewra ez di wêneyê xwe de rewşa şer û encamê şer xêz dikim. Bi riya tabloyan ez rewşa welat ji hemû cihanê re radigihînim. Wêne zimanê hevbeş a hemû tewan nîşan dide.”

 

Xeyal li Zanîngeha Rojava pêk tên

Solîn Osê da zanin ku wê li Zanîngeha Rojava karibû di wênexêziyê de gavê biavêje: “Min li Zanîngeha Rojava, gavên xwe yên pisportiya wênexêziyê avetin.  Ez li wir hînî pivanê xêzkirina wêne û tabloyan bûm. Her wiha daxwaza min hertim xêz kirina tabloyekê zeytî bû. Ew daxwaz min li zanîngeha Rojava pêk anî. Min di zaningeha Rojava de 25 tabloyên zeytî çêkir. Her wiha min di Zangeha Rojava de gelek xwe pêş xist ku ez îro dikarim xeyalên xwe bi riya wêne û tabloyan bineqşînim." 

 

‘Ez ê bajarê xwe bi rengan bixemilînim’

Solîn Osê ku heya niha tevlî gelek pêşangehan bûye ji bo siberojê jî ev tişt gotin; "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek derfet li pêşiya jinê vekir ku îro ez bi dil rehetî xeyalên xwe li ser tabloyan xêz dikim. Daxwaz û hêviya min ewe ku ez hunera xwe bixim xizmeta civaka xwe. Gelek projeyên min ên siberojê hene. Yek ji van projeyan jî ewe ku ez bajarê xwe bi rengan bixemlînim. Reng li ser insanan bandorê çêdikin û ez jî bi vê bandorê baştir xêz dikim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.