Komek ciwan li serêkaniya ava Hesar û derdora wê ya li navçeya Seyîdsadiqê pêngaveke paqijkirinê da destpêkirin. Ciwanan diyar kir ku pêngav zêdetirî xwe ji bo hişyarkirina welatiyan hatiye destpêkirin.
Yek ji endamê pêngavê Eyub Silêmanî diyar kir ku ew weke komek ciwan bi alîkariya şaredariya Seyîdsadiqê, serêkaniya ava Hesar û derdora wê paqij dikin. Eyub bang li welatiyan kir da ku jîngehê biparêzin.
ROJNEWS/SEYIDSADIQ