Pencşîr û jinên Efxan li ber xwe didin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 8 Îlon 2021 - 05:43

  • Li gelek bajarên Efxanistanê, li ser banga Bereya Muqawemeta Milî li gelek bajarên Efxanistanê xwepêşandan hatin kirin.

Li gelek bajarên Efxanistanê, li ser banga Bereya Muqawemeta Milî li gelek bajarên Efxanistanê xwepêşandanên li dijî rejîma Talîbanê û destwerdana Pakistanê hatin kirin. Li gelek deveran dîmenên bi sîlehan destwerdana xwepêşandanan a Talîbanê jî nîşan dide ku Talîban ji van xwepêşandanan aciz e. Nexasim jî jin li Kabûlê di xwepêşandanan de li pêş in û doza azadiyê dikin.

Li aliyê din piştî ku Talîbanê navenda Pencşîrê kontrol kir, pêr bi şer li gelek nuqteyan hêzên ser bi Muqawemeta Milî ya Efxanistanê a bi serokatiya Ahmed Mesûd, kurê Ahmed Şah Mesûd, êriş bire ser hêzên Talîbanê û îdîa kir ku gelek ji “terorîstên” Talîbanê kuştine.

Di heman demê de wêne û dîmen belav bûn ku nîşan didin, Talîbanê gora Ahmed Şah Mesûd xira kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.