• Sala 2020’an di heman demê de 513, sala 2019'an jî 647 kes xeniqîbûn.

Li gorî Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) hejmara koçberên ku li ser rêya Ewrûpayê di deryayê de xeniqîne di nava salekê de du caran li berê zêde bûye. 

Li gorî daneyên IOM'ê di nîvê destpêkê yê sala 2021'ê de herî kêm 1146 kes di deryayê de xeniqîn. Sala 2020’an di heman demê de 513, sala 2019'an jî 647 kes xeniqîbûn.

Dane nîşan didin ku hejmara koçber û penaberên li ser rêya Ewrûpayê di deryayê de xeniqîne, du caran li berê zêde bûye.

Di rapora IOM'ê de hate gotin, "Rêxistinên lêgerîn û rizgarkirinê yên sivîl gelekî hatin astengkirin. Gelek ji keştiyên wan, ji ber ku dewletan dest danî ser wan û ceza li personelên wan birrîn, li benderên Ewrûpayê asê man."

Sekreterê Giştî yê IOM'ê Antonio Vitorino got, "IOM dubare bang li dewletan dike, ku ji bo kêmkirina mirina mirovan li deryayê û bicihanîna berpirsyariyên xwe yên hiqûqa navneteweyî, tevdîrên lezgîn û proaktîf bigirin."

Di nava şeş mehên derbasbûyî de tenê li Derya Spî 896 kes xeniqîn. Ev jî li gorî par, zêdebûna ji sedî 130 e. Pirraniya kesan, li Derya Spî a Navîn xeniqîne, hejmara van 741 e. Li Rojhilatê Derya Spî jî 149 kes xeniqîne. Her wiha 6 kesên ji Tirkiyeyê bi rê ketin û hewl dan xwe bigihînin Yewnanistanê jî xeniqîn.

NAVENDA NÛÇEYAN