Pêdiviya şoreşê bi doktoran heye

Sêşem 17 Îlon 2024 - 17:00

  • Hêvî Mîroz ku di ezmûnên zanîngehê yên Rêveberiya Xweser bûyî yekemîn diyar kir pêdiviya şoreşê bi doktoran heye û got,’’Ji bo xizmetê ji şoreşê re bikim, ji bo şoreşê mezin bikim dixwazim Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Rojava biqedînim, li xaka xwe xizmetê ji gel û şoreşê re bikim. Ez ê bidim ser şopa bavê xwe yê şehîd."

NÛJIYAN ADAR
ANF/QAMIŞLO
Hêvî Mîrzo ya ji Serêkaniyê, li ser dagirkeriya Tirk li gel malbata xwe ji Serêkaniyê bar kirin Hesekê. Hêvî, piştî perwerdehiya lîseyê diqedîne di ezmûna zanîngehê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bû yekemîn.  Niha kar û barê xwe dike ku li Zanîngeha Rojava beşa Fakulteya Tibê ya ji bo 6 salan bixwîne. 

Bi şoreşê re fersend dît
Hêvî Mîrzo giringiya Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê bi bîr xist, diyar kir bi şoreşê re wê dest bi xwendinê kiriye, bi şoreşê re mezin bûye û ji bo wê fersendeke mezin e ku dikare bi zimanê xwe bixwîne, bi rengekî azad dixwîne û got:’’ Bi malbata xwe re li malê em bi Kurdî diaxivîn. Eger neçar dimam ku li malê bi Kurdî biaxivim lê li dibistanê bi Erebî biaxivim, gelo ez ê ewqasî serketî bibûma? Bi heman rengî zarokek Ereb dema li malê bi Erebî diaxive û li dibistanê bi Kurdî perwerdeyê bibîne, wê serketî bibe gelo? Ji ber vê yekê gelekî kêfxweş, serbilind im ku bi saya Şoreşa Rojava min firsend dît ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê werbigirim.’’

Pirsa, ‘’Çima bi Erebî naxwînî?’’
Hêvî bi berdewamî diyar kir gelek kesan  jê re gotine çima ew bi Erebî naxwîne lê wê guh nedaya wan û got,’’Weke jineke Kurd a ciwan min baweriya xwe bi pêwîstiya jiyan û perwerdeya bi zimanê dayikê anî û di vê mijarê de bi israr têkoşiyam. Ji be vê jî di ezmûnên zanîngehê de bûm yekemîn û min qeyda xwe li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Rojava çêkir. Dixwazim bi Kurdî bixwînim û bijîm. Zanim ku ji bo li Zanîngeha Rojava mohra xwe biavêjim binê serketinên hîn mezin divê hîn bêhtir bixebitim. Zanîngeha me ya ku bi şoreşê re ava bû gavên girîng avêt; divê em van gavan hîn mezin bikin."

Li pey xeyala bavê xwe yê şehîd e
Bavê Hêvî Mîrzo Mihemed Salih Mîrzo sala 2014'an di encama êrîşeke çeteyan de ku li hemberî wesayita wî êrîşa bombeyî kirin, şehîd bû. Sedema herî girîng a daxwaza Hêvî Mîrzo ya ji bo xwendina tipê jî gotina bavê wê bû ku jê re digot, 'Tu yê doktoriyê bixwîne, bibe doktoreke mezin'. Hêvî Mîrzo ji bo xeyalê bavê xwe yê şehîd pêk bîne bi rê ket.
Hêvî Mîrzo got, "Bavê min gelekî dixwest ku bibim doktor û ev daxwaza xwe timî dianî ziman. Roja ku şehîd bikeve seteke tenduristiyê ya lîstokê ji min re kirîbû. Min gelekî dixwest ku roja bibim doktor bibîne, lê nebû. Daxwaza dayika min jî bi heman rengî bû. Dayika min Meha Hesen weke hevsera şehîdekî xwedî li 5 zarokên xwe derket. Ji bo vê şoreşê em gihand û mezin kir, da ser şopa hevserê xwe."
Pêwistiya şoreşê bi doktoran heye
Hêvî Mîrzo bal kişand ser girîngiya doktoriyê ya vê pêvajoyê û got, "Xeyala min bû ku tipê bixwînim, lê belê bi şoreşê re min şahidî ji pêvajoyê re kir. Lewma jî pê hesiyam ku divê tipê bixwînim. Pêwîstiya vê şoreşê bi doktoran heye. Ji bo xizmetê ji şoreşê re bikim, ji bo şoreşê mezin bikim dixwazim Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Rojava biqedînim, li xaka xwe xizmetê ji gel û şoreşê re bikim. Ez ê bidim ser şopa bavê xwe yê şehîd."

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.