
Li Çiyayên Kato yên li navçeya Elkê, li gel berfa ku zivistanê lûtkeyên çiyayan nixumandibû heliya û xweza ji nû ve zindî bû. Qûntarên çiyayan, bi rengên kesk ên cûrbecûr, çavkaniyên ava zelal û nebatan, dewlemendiya xwezayî ya herêmê raxist ber çavan.
Çiyayê Kato ku li navçeya Elkê ya Şirnexê ye, xwedî nêzîkî 2 hezar û 900 metreyan e, di her çar werzan de ji bedewiyên cuda re malovaniyê dike. Her çend di zivistanê de bi berfa spî hatiye nixumandin jî, di bihar û havînê de li bilindahiyên bilind berfa dihele benderên çeman xwedî dike û qontarên çiyayan careke din kesk dike. Herêma Çiyayê Kato bi flora û jiyana xwe ya bi dewlemend bûna kovî ya balê dikişîne ser xwe. Ev herêm, ku bi cureyên xwe yên nebatan ên herêmî, kulîlkên rengîn û jiyana kovî ya dewlemend, carek din çerxa xwezayê nîşan dide.
Çiyayê Kato ne tenê bi ekosîstema xwe ya dewlemend, di heman demê de bi girîngiya xwe ya dîrokî û çandî ji bo Kurdan jî derdikeve pêş. Wek yek ji çiyayên girîng ên herêma Botanê, Kato demek dirêj e wek parçeyek a bîra kolektîf ku ji nifşekî bo nifşekî din tê veguhastin. Qadek ku lê jiyana koçerî, şivanî û koçberî lê dom dike ye. Kato, ku di stranên dengbêjên Kurd û vegotinên xelkê herêmê de cih digire, wek cihekî girîng ji bo jiyana xwezayî û bîra kolektîf tê dîtin.JÎNHA
***
Ermenan li Stenbolê Vartavar pîroz kirin
Vartavar ku yek ji pênc cejnên herî mezin ên Dêra Ermenan e, li Kinaliadayê, di Dêra Surp Krikor Lusavoriç de hat pîrozkirin.
Coşa cejnê bi lîstikên bi avê, govend û bi çalakiyan tevahiya rojê berdewam kir ku bi sedan kes başdar bûbûn.
Hayr Surp Harutyun Damatyan ê ku rîtûela olî ya li dêrê bi rêve dibe, weke her sal îsal jî tevlî pîrozbahiyan bû û cejn bi cemaetê re pîroz kir. Vartavar, ji peyvên “vart” (bi zimanê ermenan tê wateya ‘gul’) û “var” (tê wateya şewq/biriqîn) pêk tê û di heman demê de wekî “Cejna Avê” jî tê zanîn.
Dîroka Vartavarê bi qasî 5 hezar salan kevn e û koka wê xwe dispêre çîroka Tofana Nûh.
Di cejnê de avreşandina mirovan a li ser hevdu, nîşaneya destpêkirina jinûve ya jiyanê ye ku piştî tofanê bi barana bereketê re hatibû. STENBOL
***
Trajediyên xelkê Siwêdayê bibîranîn
Bi armanca salvegera yekemîn a bûyerên li parêzgeha Siwêdayê, Şîrketa Baselt Production pêşangeheke şêwekariyê li Parka Nexweşxaneya Wetenî vekir. Wek van rojan ev nexweşxane bûbû cihê kombûna cenazeyên zarokû jin û temen mezinan.
Di pêşangehê de hejmarek ji şêwekarên di tabloyên xwe de dîmenên mirovî, belgeyên êşên sivîlan û şopên êrişê nîşan dan.
Beşek taybet jî ji wêneyên zarok û xebatên wan hat veqetandin. Zarokan dîmenên jiyane yan jî dîtine hewl da di ezmûnên xwe de bi wêneyên xwe derxin û pêşkêş bikin. ANHA







