
- Lîstikvana navdar a ji Awustralyayê Cate Blanchett li Parlemena Ewropayê danasîna "Pergala Qeydê ya Erêkirina Mirov" kir.
Di serdema ku Hişê Çêkirî li her derê tê bikaranîn, li dijî vê yekê hinek xebat jî têne kirin. Yek ji van jî ev xebata ku niha Blanchettê danasîna wê kiriye ye.
Roja 23'yê mehê lîstikvana Oscargir Blanchett ligel endama bulgar ya Parlemena Ewropayê Eva Maydell li Parlemena Ewropayê civînek li dar xist. Di civînê de derhênerê navdar Steven Soderbergh jî amade bû. Di civînê de Blanchett danasîna platforma "Human Consent Registry" (Pergala Qeydê ya Erêkirina Mirov) kir. Blanchett li ser vê wisa got, "Di serdema aqilê zîrek de nasnameya we milkiyeta we ya fikrî ye. Divê her kes bi xwe biryarê bide, ka hişê çêkirî wê çawa bikar bîne, yan neyne." Saziya RSL Media ne ji bo karkirina pereyan, bi rêbaza xwebexşî kar dike ku Blanchett jî yek ji avakarên wê ye. Ev sazî li ser amûrên erêkirin an dijderketina hişê çêkirî kar dike.
Pergala ku hatiye çêkirin û niha danasîna wê hat kirin, ji bo bikaranîna nav, dîmen, deng, şibandin û tevgera mirovan dixebite ka ew destûr didin hişê çêkirî wan bikar bîne yan na. Pergal, rê dide ber mirov ku, mirov bixwaze bi temamî dikare bikaranîna van tiştan bo aqilê zîrek qedexe jî bike.
Niha kes bixwe, menajer an jî nûnerên sêyem dikarin xwe bigihînin vê pergalê. Li gor gotina RSL Mediayê, di demên pêş de wê sîstem bike ku mirov berhemên xwe yên hunerî, karakter an jî markeyên xwe ji hişê çêkirî biparêzin.
NAVENDA NÛÇEYAN







