Li Akademiya Munzurê ya Dêrsimê gelek jin diçin dersên erbaneyê. Ji kevaniya malê Rojdayê heta bi Ruziyeya ku heta niha erbane nedîbû, gelek şagirtên kursê hene.
Rojda Katirca jina malê ye û ji zarokatiya xwe ve ji erbanê hez dike: “Min bihîst ku kurs hene. Min xwe qeyd kir. Min di şewbê de jî dest ji dersên xwe berneda û bi awayekî onlîne tevlî dersan bûm. Ez dixwazim xwe bi pêş bixînim. Di nav mala min de şevên me bi saz û stranan derbas dibin. Yek li sazê dide û ez jî li erbanê. Erbane hemû stresa min dibe.”
 
Hem Kirmanckî û hem jî erbane

Ruziye Kandîl jî ji Edîrneyê ye û çanda Kurd û erbane, vê dema dawiyê nas kiriye: “Di konsereke Mîkaîl Aslan de eleqeya min çêbû. Di konserê de her kes bi Zazakî diaxivî. Min bi gotinekê nizanibû. Li ser vê min got divê ez vî zimanî hîn bibim. Min Akademiya Munzurê nas kir. Bi rêk û pêk tevlî kursa erbanê bûm.
Lêdana erbanê ne hêsan bû. Bi akademiyê re jiyana min guherî. Ez pêşniyazî her kesî dikim.”
 Zîlan Atmaca ya ji Elezîzê jî dibêje: “Min bihîst ku dersa erbanê heye, ez kêfxeş bûm. Min xwest tevlî bibim. Hevjînê min jî bi muzîkê re elaqedar e. Di dema pandemiyê de dersên me sekinîn, lê min onlîne ders girtin.”

JINNEWS/DÊRSIM