Weke gelek hunermendên din ên dinyayê, peykersaz Marc Quinn jî bi hunerê xwe li mefhûma “Ez”îtiyê dikole. Lê ceribandinên wî yên di vî warî de ji yên peykersazên din cuda ne. Ew bi otoportreyan bi vê meseleyê daketiye û gelek caran ji bo hunerê xwe bedena xwe ya rastî bi kar aniye. Wî di peykerê xwe yê bi navê “Self” (xwe bi xwe) de yê ku wî sala 1991’ê çêkir, serê xwe bikaranî. Serê xwe xist cilsê û ev serê ku di cilsê de ma jî derxist û di xwîna xwe dakir! Wî ji bo vî karî, 10 lître xwîn herikandibû ji bedena xwe.
Otoportre derbarê serpêhatiya hunermendekî de gelek tiştan dibêjin. Gelek şêwekar bi otoportreyên xwe daketin û bi sedan otoportre çêkirin. Ew bi vî awayî hin kêliyên jiyana xwe jî qeyd dikin û raberî xelkê dikin. Marc Quinn jî bi van peykeran otoportreyên xwe çêdike û hin kêliyên jiyana xwe nîşanî xelkê dide. Wî ev peykerên xwe di demekê de ku zêde araq vexwariye, çêkiriye û temaya wî ya sereke jî “bendewarî” ye, ango pêvgirêdana hin tiştan e!
Quinn dibêje, “Ji bo xwe bi jiyanê ve bigirin, divê hin tişt xwe bi cihekî ve girê bidin. Weke ku tu fîşekê di prîzekî re rakî, pêdiviya hin tiştan bi ceryanê heye.” Quinn qederê 20 salan e, serê 5 salan carekê bi xwîna xwe qalibekî serê xwe çêdike û weke peyker di pêşangehan de nîşan dide. Di sala 2009’an de hin peykerên wî yên ku weke “otoportre” dinirxîne û çêdike, di pêşangeha wî ya bi navê “Selfs” (xwe bi xwe) de hatin nîşandan.
LONDON