OPCW ev du meh in xwe kerr dike

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 5 Cotmeh 2022 - 02:15

RONÎ PENABER/FRANKFURT

 

Du xwarziyên Xoşnaw Ata di êrişên bi sîlehên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastina Medyayê de şehîd bûbûn. Xoşnaw Ata ji ber vê yekê li ber avahiya Rêxistina Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî (OPCW) ya li bajarê Holandayê Laheyê ev du meh in çalakiyê dike. 

Xoşnaw Ata bi xwe jî bavê şehîd Hêvîdar Ata (Beritan Deniz). Ew ji bo xwarziyên xwe Gulperîn û Mihrîban Ata çalakiya adaletê da destpêkirin. Ji 5´ê Tebaxa 2022´yan ve ew çalakiya xwe dewam dike. Ji hingê ve gelek partî, sazî, dezgeh, siyasetvan, hunermend û malbatên şehîdan çûn serdana wî û destek dane çalakiya wî. Wî dengê xwe gihand gelek derdorên li Ewrûpayê, lê muxateba çalakiya wî ya esas OPCW ye û OPCW jî ev du meh in xwe kerr kiriye û dengê wî nabihîse.

 

Xwe li nedîtin û nebihîstinê datînin

Xoşnaw Ata dibêje, “[Rayedarên] OPCW´ê esas dibînin, dibihîsin. Ez bi vê dizanim, lewma, carinan hin dîplomat gava ku bi maşînên xwe yên meqamê di ber min re diçin, wêneyên min digirin û ji rayedarên li hundir dipirsin, ka ez li vir çi dikim; ew hewl didin kesên tên serdana min jî asteng bikin. Lê nayên cem min, ji ber ku heger bên cem min divê daxwazên min li ber çavan bigirin û tiştekî bikin.”

Xoşnaw Ata bi çalakiya xwe di nava 2 mehan de bala gelek derdoran kişand û kir ku heyjêhebûnek çêbe. Komeleya Wendakiriyan û Şehîdan (KOMAW), KCK, FEDA, CÎK, gelek NCDK, nûnerên gelek partiyên siyasî û gelek siyasetvan çûn serdana Xoşnaw Ata. Dostên wî yên hunermend jî ew tenê nehiştin. Di hefteya 5´an a çalakiyê de ji bo piştgiriyê, Komîteyeke Çalakiyê ya ji 11 kesan hat damezrandin.

Li ser dovîza ev du meh e di destê Xoşnav Ata de wiha dinivîse: “Dewleta Tirk bi sîlehên kîmyewî 2 xwarziyên min qetil kirin. OPCW tu çima li vê yekê nakolî?" 

Xoşnaw Ata tevî komîteya çalakiyê dosyayeke li ser bikaranîna sîlehên kîmyewî û belgeyên wê amade kir. Ew dixwaze dosyayê bide rayedarên OPCW, heger ew peywendiyê pê re deynin, dosya timî li cemê ye. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.