Em bi Xoşnav Ata re ne

Pêncşem 8 Îlon 2022 - 22:42

  • Ji bo piştgiriya çalakiya nobetê ya Xoşnav Ata ya li ber avahiya OPCW’ê, komîteya çalakiyê hat damezirandin. Komîte dibêje, heta ku parlamena Holanda û OPCW daxwazên wan bibihîse, ew ê çalakiyên xwe dewam bike.

Xoşnav Ata çalakiya nobetê li ber avahiya Rêxistina Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî (OPCW) ya li Laheyê, ji bo biraziyên xwe yên bi sîlehên kîmyewî hatine qetilkirin, dabû destpêkirin. Çalakiya wî 35 roj li pey xwe hiştin. Malbatên şehîdan ji bo piştgiriyê çûn serdana Xoşnav Ata û ji bo destekkirina çalakiya wî jî komîteyeke çalakiyê hat dameziradin.

Gerîlayên YJA-STAR’ê Mihrîban ve Gulperîn Ata biraziyên Xoşnav Ata ne. Her du jî di êrişên dewleta Tirk ên bi sîlehên kîmyewî de şehîd bûbûn. Xoşnav Ata ji 5’ê Tebaxê ve li ber avahiya OPCW’yê nobetê digire.

Vê hefteyê ji Komeleya Wendakîrî û Şehîdan (KOMAW) 2 heyetên cihê çûn serdana Xoşnav Ata. Di nava heyeta sêşema bihurî de Metin Yuce jî hebû û wî got, “Weke her Kurdê dilsozê doza xwe, em jî xwedî li vê çalakiyê derdikevin. Li şûna ku em li bendê bin ku OPCW çalakiyê bibîne, lazim e em vê çalakiyê mezin bikin û li her deverê bidin bihîstin. Em weke malbatên şehîdan, bang li miletê xwe yê li Ewrûpayê dikin. Çalakiyeke pîroz e mirov li heqê şehîdan bipirse. Divê em dengê Xoşnav bilind bikin da ku çalakî bigihîje encamê.”

Sîlehan rojavayî difiroşin Tirkiyeyê

Çarşema bihurî jî heyeteke ji 4 kesan a KOMAW’ê çû serdana Xoşnav Ata. Cemil Gültekin di vê heyetê de cihê xwe digirt. Wî got, “Ji bo me rûmetek e ku em li vir li cem Xoşnav Ata bin. Dewletên rojavayî sîlehên kîmyewî difiroşin dewleta Tirk; dewleta Tirk bi wan sîlehan biraziyên Xoşnav Ata şehîd kirin. Ji ber wê cih, mekan û rengê çalakiyê jî muhim in. Agahiyên li ser stokên sîlehên kîmyewî yên dewleta Tirk li ber destê OPCW’ê hene. Lê heger bersivê bide vê çalakiyê, hingê neçar e ku firotina sîlehan bixe ber lêpirsînê. Ji ber wê jî xwe li çalakiyê kerr û kor dike. Heta ku ew bibînin, divê her kesa ji xwe re dibêje, ez insan im, xwedî li vê çalakiyê derkeve.”

Komîteya çalakiyê hat damezirandin

Xoşnav Ata jî malavahiya kesên hatine serdanê kir û got, piştî 5 hefteyan jî, hîna ti kes nebûye muxatebê çalakiya wî. Wî got ew bi hêvî ye û serdanên bi vî rengî muhim in ji bo çalakî bigihîje armanca xwe. 

Li aliyê din ji bo piştgirî û destekkirina çalakiya Xoşnav Ata, Konseya Civaka Demokratîk a Kurd a Holandayê (DEM-NED) komîteyeke ji 11 kesan damezrand. Di vê komîteyê de hevserokê DEM-NED’ê Niyazi Gul jî cihê xwe digire. Berdevkê vê komîteyê Huseyin Yildiz e. Wî jî îşaret bi giringiya serdanên ji bo destekê kir û got, “Ji bo ku hevalên tên destekê bidin, dûrî avahiya OPCW´ê bikin, dest bi hin astengkirina kirin. Hincetên weke rê tê çêkirin, maşîn nikarin li vir bisekin û wekî din derdixin pêş. Lê em biryardar in, heta ku em bigihêjin encamekê çalakî wê dewam bike.”

Huseyin Yildiz da zanîn ku armanca wan a sereke ew e ku daxwazên çalakiyê ragihînin parlamena Holandayê û OPCW’ê û got, ji bo ku vê bi ser bixin, hewldanên wan dewam dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.