Li Azora Tel Avîv ku bajarekî kevnar ê Îsraîlê ye, arkeologan nivişteke bi efsûn a ji serdema Misra kevnar, dîtin. Ev nivişta ku li serê resma “gûgerînk”ê heye beriya 3 hezar salan hatiye çêkirin. Ev yek, di heman demê de nîşan dide ku şaristaniya Misrê berê li welatê Kenaniyan serwer bû. Ji lewma, ev nivişt îşaret dike bi hegemonyaya wan a siyasî û çandî jî.
Ev nivişta ku li ser resmê “gugerînk”ê heye ji hêla Gilad Stren hat dîtin. Dema wî xwest hin şagirtên dibistana navîn li warên dîrokî û kevnar bigerîne bi aweyekî tesadûfî ev sembol ango nivişta piçûk dît. Gilad Stren, wiha behsa serpêhatiya xwe ya wê rojê dike: “Em li nav kavilên kevn digeriyan. Min li erdê tiştekî piçûk dît, serê ewilî min got, belkî ew pêlîstokek e û ji hin kesan ketiye. Dilekî ji min re got rahêjiyê û li pişt binihêre ka tu yê çi bibînî? Dema min ji erdê hilanî û li pişt wê nihêrî, ez matmayî mam. Ev xeyala hemû arkeologên amator bû.”
Li hêleke niviştê gûgerînk, li kêleka wê jî fîgûrek heye. Her wiha serekî dirêj ê ku ew difikirin firewn temsîl dike jî li ser niviştê heye. Fîgûrekî li ser piyan çik sekiniye. Arkelogên ku ev nivişt dîtine, didin zanîn ku ew ji yekî rayedar ketiye, yan jî tevî hin alavên din di bin erdê de bi zanebûn hatiye veşartin.
AZOR