- Bi rasthatina 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê komele û saziyên wêjekarên Kurd daxuyanî belav kirin. Wan xwest nivîskar û rojnamevanên Kurd ên di hepsan de bên berdan û mafên miletê Kurd bên misogerkirin.
Komeleya Wêjevanên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamya û Pena Kurd, bi boneya 10’ê Kanûnê, Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan û wan xwest nivîskar û rojnamevanên girtî hemû bên berdan.
Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, bi minasebeta 10’ê Kanûnê daxuyanî dan. Komeleyan di daxuyaniyê de got, di 10’ê Kanûna 1948’an de Danezana Mafên Mirovan ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qebûlkirin û wiha dewam kir: “Mafê jiyanê, azadiyê, ewlehiyê ,mafên her kesî ne. Lê mixabin dema em li pratîka cîhanê dinêrin dewletên ku îmze avêtine binê vê danezanê, mafên mirovan hemûyan naparêzin û binpêkirina mafan her tê rojevê. Li Tirkiyeyê jî bi taybetî piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmeha 2016’an êriş li dijî mafê jiyanê, civîn, mafê xwepêşandanê, azadiya ramanê tên kirin. Îro li girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê dema em dinihêrin bi sedan rojnamevan û nivîskar di zindanan de ne û mafên wan tên binpêkirin. “
Nivîskar û rojnamevan divê bên serbestkirin
Komeleyan destnîşan kir ku tevî mafê rewa yê axaftin û perwerdeya bi zimanê Kurdî hîna nehatiye misogerkirin, nivîskar û rojnamevan nikarin ramanên xwe bi awayekî azad bînin ziman. Dema tînin ziman jî bi tundî, zext li wan tê kirin û mafên wan tên binpêkirin. Di dawiyê de herdu komleyan ev bang kir: “Divê nivîskar û rojnamevanên di hepsan de bên serbestkirin û binpêkirina mafên wan bi dawî bibe. Zext û tundiya li ser wan ne adilane ye. Em ê wekî Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê heta dawî li dijî vê yekê bin. Di Roja Mafê Mirovan de em hêvî dikin ku nivîskar û rojnamegerên kurd ên hêz û baweriya civakê ne û nivîskar û rojnamevanên cîhanê hemûyî bigihêjin azadiya xwe. Bi pênûs û kamereya xwe ragihandina rastiyê bi awayekî azad bidomînin.”
PENa Kurd: Binpêkirina mafan zêde dibe
Lijneya PENa Kurd jî bi sernavê “Sebaret bi 72 saliya ‘Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan’ ‘Mafên Mirovan’ her roj pîroz e, ne rojekê!” daxuyanî da. PENa Kurd di daxuyaniyê de got, Belavoka Gerdûnî ya Mafên Mirovan heta niha li bêhtirî 300 zimanên dinyayê hatiye wergerandin û wiha dewam kir: “Bi vê taybetmendiya xwe, bûye belgeya mafên mirovan ku herî zêde li zimanên dinyayê hatiye wergerandin. 4 meh piştî pejirandina danezanê, Tirkiyeya ku endameka Neteweyên Yekbûyî ye, di Nîsana 1949’an de, ev danezan pejirand. Cihê mixabîniyê ye tevî ku 72 sal di ser vê danezanê re derbas jî bûne û 70 sal in ku ev roj tê pîrozkirin jî, li seranserê dinyayê di warê maf û azadiyên mirovan de binpêkirin kêm nebûne, berevajî vê her ku çûye zêdetir bûne.”
NY berpirsiyar e
PENa Kurd, herî dawî destnîşan kir ku gelek welatên danezanê mohr kirine, ji destpêkê heta niha serkêşiya binpêkirina mafên mirovan kirine û hê jî dikin: “Gelê kurd yek ji wan miletan e ku para xwe bi awayeke zêdebarî ji vê yekê standiye. Neteweyên Yekbûyî bixwe jî yek ji serkêşên van binpêkirinan e. Di binpêkirina her dewletê de, erêkirin û rola Neteweyên Yekbûyî bixwe heye. Loma jiholêrakirina van binpêkirinan wezîfeya vê dezgehê bixwe ye. Hê jî mafên bingehîn ên gelê Kurd nehatine parastin û misogerkirin, zimanê wan hê jî di bin çepera qedexekirin û pişaftinê de ye, fikir û ramanên wan hê jî di bin astengiyê de ne. Nivîskar, wergêr, akademîsyen û rojnamegerên wan yan di hepis û zindanan de ne, yan li ber deriyên hepsan in yan jî li dîwanên dadgehan bixwe ne.
Bi vê helkeftê em ‘Roja Mafên Mirovan’ bi dilekî xemgîn pîroz dikin û eşkere dikin ku ji bo bicihanîna maf û azadiyan em ê herdem di nava hewldanan de bin û li ber xwe bidin.”
NAVENDA NÛÇEYAN