• Anahîta Sîno: ‘’Ez bi hêvî me ku rojekê ez vegerim warê xwe. Dema vegerim, texmîn nakim ku pirtûkên xwe bibînim. Lê ez bê vîn û hêvî namînin. De bila ev roj veguherin bîranînan.’’

Ji ber derketina rewşên Corona li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi taybet li Qamişlo û Hesekê, pêşangeha 4. a şehîd Herekol jî ku biryar bû sibe bi dawî bibe, îro bi dawî dibe.
Pêşangeha 4. a Ş. Herekol di 20’ê Hezîranê de bi tevlîbûna 39 weşanxaneyan dest pê kir. Di pêşangehê de zêdeyî 120 hezar pirtûk hatin pêşandan. Diviyabû ku îro pêşangeh bi dawî dibe lê ji ber derketina koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî doh bi dawî bû. Yek ji nivîskaran ku beşdarî pêşangehê bûbû nivîskar Anahîta Sîno bû. Anahîta Sîno ji Serêkaniyê ye ku niha ji alî dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Anahîta Sîno jî wekî gelek kesan piştî dagirkeriyê terka bajêr kiriye. Ew dibêje, ‘’Rojekê min xeyal nedikir ku bajarê min were dagirkirin.’’ -

Fêrî nivîsandina Kurdî bû

Wê sala 1988’an de dest bi nivîsandina bi zimanê Erebî û Kurdî kiriye. Sala 2000’î yekemîn pirtûka helbestan a bi navê ‘Hestên ji tamarên Xabûr’ çap kiriye. Wê demê fêrî zimanê Kurdî bû û ji  ber qedexeya li ser zimanê Kurdî nivîsên xwe bi awayekî veşartî belav dikir. Sala 2018’an du pirtûkên din ên helbest û çîrokan çap bûn.

Heta demekê nedikarî binivîse

Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî bajarê Serêkaniyê di 9’ê Cotmehê, Anahîta mîna bi sed hezaran şêniyên bajêr re koçber bû  û bi vê koçberiyê bandor bû. Ji ber wê heta demekê nekarî binivîse.

Texmîn nakim pirtûkên xwe bibînim

Anahîta derheqa bajarê xwe de wiha dipeyive: “Min xeyal  nedikir ku bajarê min were dagirkirin. Em di şertên gelek dijwar re derbas bûn. Min li dû xwe du pirtûkên ku li ser şoreşa Rojava bûn, hiştin. Diviyabû di pêşengehê de bihatana weşandin. Lê ji ber ku artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî êrişî bajêr dikir, min nikarî reşpelikên pirtûkên xwe bianîna. Wê demê ji bilî xilaskirina jiyana zarokên xwe tiştek nehate bîra min. Ez bi hêvî me ku rojekê ez vegerim warê xwe. Dema vegerim, texmîn nakim ku pirtûkên xwe bibînim. Lê ez bê vîn û hêvî namînin. De bila ev roj veguherin bîranînan.” ANHA/QAMIŞLO