Piştî ku Husiyan gef li keştiyên bar xwarin û hin êriş jî birin ser keştiyên bar, barhilgirên mezin êdî di ser Derya Sor re naçin Ewrûpayê. Tevî ku bêhtirî du hefteyan e ku bi serkêşiya Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê hêza “Prosperity Guardian” li deverê li dijî Husiyan hewl dide bazirganiyê biparêze jî, pirraniya keştiyên ji Çîn, Hindistan û Asyaya Başûr û Dûr diçin Ewrûpayê, êdî derya Sor bi kar naînin. Nexşeyeke bazirganiya keştiyên barhilgir vê yekê xweşik nîşan dide. Mirov dikare bibêje, “nexşeyek ji hezar gotinî çêtir e”.
NAVENDA NÛÇEYAN