- Hûsiyan bang li Riyadê kir da ku fersenda agirbestê ji dest bernede.
Hûsiyan bang li Riyadê kir da ku fersenda agirbestê ji dest bernede. Hûsiyan beriya çendekê li Yemenê agirbest ragihandibû, wan bang li Siûdî kir da ku siûd û firsenda agirbestê ji dest bernedin.
Serekê Hûsiyan, Evdilmelik El Hûsî ji televizyona El Mesîre ya Hûsiyan re axivî û got, ''Heke hûn vê fersendê ji dest berdin, hûn ê polî poşman bibin.''
El Hûsî tiliya xwe bi Koalîsyoan Ereb ve kir û got, ''Heta ku ew bes êrişan bînin ser Yemenê, dorpêçê rakin û dawiyê li dagirkeriyê bînin, ew ê ji derbên me û qedayan xilas nebin.''
Hûsiyan piştî gelek çalakiyên li dijî Siûdî, şemiya bihurê ji bo 3 rojan agirbest ragihandibû û agirbest îro bi dawî dibe.
Mehdî El Mashat, berpirsê giregir ê Hûsiyan diyar kir, heke Riyad dorpêça li Yemenê rake, nema hêrişên ezmanî bîne û 'hêzên biyanî’ vekişîne, ew dikarin agirbestê mayînde bikin.
Koalîsyona Ereb derheqê agirbestê hê ti daxuyanî nedaye, roja ku agirbest hat ragihandin, hêrişa ezmanî biribû ser wan deverên di kontrola Hûsiyan de.
NAVENDA NÛÇEYAN