Nêrgizê bêriya xwendekarên xwe kiriye

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 15 Mijdar 2020 - 22:18

Li Amedê jina ciwan a bi navê Îrem Nêrgiz berî sê salan dest bi lêxistina flûta berwarkî dike. Ew niha li navenda Komeleya Çand û Huner a Dîcle û Firatê dersên flûta berwarkî dide, û li ser muzîkên Kurdî dixebite. Nergîz sala 1998’an li gundê Şêliman ê navçeya Farqînê ya Amedê hatiye dinê û di heman salê de bi malbata xwe re koçî navçeya Yenîşehîra Amedê dike. Nêrgîz dibêje, ew hîna 6-7 salî bûye bavê wê timî kilamên dengbêjiyê bi wan didan guhdarîkirin û ji ber vê ew pirr hez dike ji dengbêjiyê.

Flût jê re heval e

Nêrgiz anî ziman ku berî sê salan bi hezkirineke mezin wê dest bi lêxistina flûta berwarkî kiriye: "Sala 2018’an, bi hezkirineke mezin min dest bi flûta berwarkî kir. Du salan li ser hev ez perwerde bûm. Min bi pêş xist. Niha jî hevala min a herî nêz jî flût e. Niha jî di bin sêwana Navenda Çand û Huner a Dîcle û Firatê de ez dersa flûta berwarkî didim. Ji ber şewbê tenê min sê mehan ders da, lê ez ê niha bi daxwazeke mezin bi xwendekarên xwe re werim ba hev û dîsa dest bi dersên flûtê bikim."

Kurdî ruhê min zindî dike

Nêrgiz da zanîn ku ew bi kilam û melodiyên Kurdî mezin bûye û wiha pê de çû: "Dema ez zarok , bavê min timî li kilamên dengbêjiyê û melodiyên Kurdî dihisand. Ji wê demê ve min xwest ez hînî enstrumankê bibim û kilam û melodiyên Kurdî pê lêxim. Min xwest ez di vê înstrumanê de xwe li ser muzîkên Kurdî bi pêş bixim. Jixwe, têkiliyeke xurt a bilûrê û flûta berwarkî re heye û gelek nêzî hev in. Weke jineke Kurd min jî xwest ez di vî hunerî de xwe bi pêş bixim."
Weke jineke Kurd, ez dixwazim li gorî çanda xwe huner bikim. Ev jî min şanaz û kêfxweş dike. Kîjan înstruman bibe ji bo Kurdan ferq nake, wê li gorî çand û zimanê xwe li wê înstrumanê binêre û lêxe. Lêxistina moledî û kilamên Kurdî ruhê min zindî dike û bêhtir xîtabî ruhê min dike."

Dîrokçeyeke flûta berwarkî

Dîroka flûta berwarkî jî weke bilûrê xwe disipêre demên pir dirêj. Li gorî daneyan flûta berwarkî cara pêşî Berî Zayînê di salên 900'î de li Çînê hatiye bikaranîn. Li Ewrûpayê jî ji sedsala 12'an ve ev cûreyê flûtê ango flûta berwarkî tê bikaranîn. Ji wê demê ve ev amûr bûye parçeyek ji muzîka Rojava. Flût destpêkê bi armanca leşkerî di nav bandoyan de cih digirt. Di sedsalên 16 û 17'an de êdî di nav gel de jî hat bikaranîn.

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.