Nehberên xwe birin malê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 15 Kanûn 2022 - 11:05

Par Gulanê, jineke ji maliyê, neh zarok bi carekê anîn dinê. Bi qasî ku tê zanîn ev nehberên dinyayê yên yekem in ku sax tên dinê. Her neh pitik li Fasê hatin dinê û niha piştî bêhtirî salekê vegeriyan Maliyê. Ew her wiha bi sertîfakaya rekorê ya Guinessê vegeriya mala xwe ya li Maliyê. 

Dayika wan nehberan Halima Cissé ya îro 27 salî, tevî her neh zarokên xwe yên 19 mehî vegeriya welatê xwe û kêfxweş xuya dikir. Bavê nehberan Abdelqadir Arby pêr li balefirgeha paytexta Maliyê Bamakoyê, malavahiya hikûmeta xwe jî kir. Wî got, hikûmet di warê malî de alîkariyê bi wan re dike. 

Wezîrê xizmeta sihetê, Diéminatou Sangara jî got, hikûmet wê alîkariya xwe dewam bike bi malbatê re. 

Ji nehberên Abdelqadir û Halimeyê, Kadidia, Fatouma, Hawa, Adama û Oumou keç in, Mohammed VI, Oumar, Elhadji û Bah jî kur in. 

BAMAKO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.