Haïdouti Orkestar yanî Orkestraya Haydûtî komeke ku sala 2005´an hatiye damezrandin, tê de muzîkjenên ji Fransî, Yewnan, Tirk, Rom, Romen û Sirb hene. Stranbêjê komê Zekî Ayad Çolaş bi Kurdî, Erebî, Azerî, Tirkî û romanî stranan dibêje. Kom gava serê pêşî li Parîsê hat damezrandin, komeke muzîka balkanê ya reqsê bû. Navê komê ji peyva Bulgarî haydûtîn tê ku maneya wê eşqiya ye. Hingê dahholvan û perkusyonîst Sylvain Dupuis kom damezrandibû.
Komê havîna par bi Ibrahim Maalouf tûrneyeke serketî kiribû, konsera wê ya li campo Santo jî yeke wisa bû ku li bîra mirovan bimîne.
Kom niha xwe ji bo konsereke li derve amade dike. 14´ê Tebaxê li Port-Vendres, bi şev saet 21:30´an. Konser li her kesê bi maske vekiriye, lê divê rêz ji qaîdeyên mesafeya fizîkî bê girtin. Wekî din bilêt ne lazim in, ji ber ku konser bê pere ye.
Di komê de hêdî hêdî û bi dorê Krassen Lutzkanov (bilûr, saksafon) ê bulgar û Jasko yê Cingene ji Sirbistanê. Ramic (akordiyon), Yann Martin û Martin Saccardy (trompet) hatin cem hev. Stranbêjê komê Zekê Ayad Çolaş di albûma yekê ya komê Balkan Heroes ya sala 2017´an derçûyî de jî cihê xwe digirt.
Di albûma wan a sisiyan a bi navê Dogu de muzîka Kurdî, Azerî û Sûrî-Libnanî jî li repertuwara komê zêde bûye.
Strana Canê Canê ya ji fermandarên PKK´ê Delîl Dogan jî di repertuwara wan de ye, lê wan di albûmê de nivîsiye, “strana stranbêjê navdar ê Kurd Şivan Perwer”, ji ber ku muhtemelen wan ji ber albûma Şivan Perwer strana xwe girtiye. Wan straneke navdar a Feyrouz a bi navê Bint el-Çelebiya jî di albûmê de bi cih kiriye. Di konsera îna bê de jî ev stran wê bên gotin.
PARÎS