Gelek caran ji bo mirov pêdiviyên xwe bi cih bînin, diçin marketan. Market di jiyana mirovan de ciyekî taybet digirin. Lê marketek heye, naşibe marketên din, ew ji wan marketên din cuda ye. Li eyaleta Indiana ya Emerîka, li “Meydana Bazirganan” ku bi ser Carmelê ve ye, marketeke mezin veguherandin pirtûkxaneyê.

“Pirtûkxaneya Carmel Clay a Gel” li ser hesabê xwe yê Instagramê pirseke wiha kir, “Gelo ji goştê berazan û fasûliyan xweştir çi heye?” û hiwa bersiva pirsa xwe da, “Korîdoreke bi pirtûkan hatiye tije kirin, aha ev!”.

Ev demeke dirêj bû cihê supermarketê vala bû, ji lewma jî “Pirtûkxaneya Carmel Clay a Gel” dest danî ser marketê û ji dêvla xwarin û vexwarinê, wê ew bi pirtûkan dagirt û veguherand pirtûkxaneyeke mezin. Korîdor û refikên li marketê bi pirtûkan hatine dagirtin û kesên bixwazin pirtûkan bigirin, diçin marketê pirtûkan digirin û bi vî awayî dixwînin.

Ji ber şaxa “Merchant Square” ya marketan cihê xwe nû dike, pirtûkxane heta sala 2022’yan wê li cihê xwe be. Yanî pirtûkxane demeke dirêj wê vekirî bimîne û xelk jî jê sûdê wergire.

Di pirtûkxaneyê de ji bo zarok û mezinan pirtûk hene. Ev pirtûk di nav sarincê de tên parastin û êdî ji dêvla av, penîr û goşt mirov ji wir pirtûkan digirin. Rêveberê “Pirtûkxaneya Carmel Clay a Gel” Christy Walker dibêje, “Li cihê şarkûteriyê êdî pirtûkên bi deng hene, li ciyê berê ku şerab lê dihat firotin jî beşa me ya zarokan heye. Kesên nêzî vir ji pirtûkxaneyê sûdê digirin û ji vê pirr razî ne, tên pirtûkxaneyê.”

NAVENDA NÛÇEYAN