• Deh polêsan Fransî ên nijadperest îna li pêşiya me ji ber taciza exlaqî û heqaretên ji raya giştî veşartî yên nijadperestî bên dadgehkirin.

Deh endamên Tîma Polêsan a li dijî Sûc (BAC) a şevê ya li bajarê Fransayê Nancyê,  îna li pêşiya me ji ber taciza exlaqî û heqaretên ji raya giştî veşartî yên nijadperestî bên dadgehkirin. 

Li gorî raporeke Mufetîşiya Giştî ya Polêsê Neteweyî yê Fransayê (IGPN) endamên BAC ya şevê ya bajarê Nancyê “hewayeke ne bi sihet” ava kirine.

Fermandarekê di raporê de van taciz û heqaretên wan weke dijminê biyaniyan, henekên piçûkxistinê, rabûnûrûniştina weke di nava zurbeyekê de terîf dike. Wekî din jî wan xwe bi serê gurekî ê li ser milê xwe deqandiye. 

Gelek qeydiyên peyamên dîjîtal ên li ser telefonên destan jî agahiyên di raporê de xurt dikin. Lê rapor vê rewşê weke îstîsnaî bi nav dike û tirsa gelekan jî ew e ku di dadgehkirina îna li pêşiya me de jî hewayeke wiha serwer be. 

Axir diyar e ku Tîma Polêsan a li dijî Sûc a Nancyê, bi şev di erebeyên xwe de weke komeke çeteyan li bajêr geriyane.

PARÎS