Piştî ku eşkere bû li beşa Wêje û Zimanê Kurdî ya li Zanîngeha Dîcleyê zimanê perwedeyê û tez bi Tirkî ne, zanîngehê ev nûçe hem weke êrişeke li dijî xwe bi nav kir û hem jî îdîa qebûl kir. Ji Komeleya Lêkolînên Kurdî, Eyup Sûbaşi ev pêkanîna ku xizmeta asîmîlasyona Kurdî dike, nirxand.
Sûbaşi bi bîr xist ku niha li şeş zanîngehan beşên Ziman û Wêjeya Kurdî hene û got, "Ji bilî Zanîngeha Dîcleyê, li zanîngehên din hemûyan ji roja ku beşên Ziman û Wêjeya Kurdî vebûne û vir ve ders bi Kurdî tên dayin, tez jî bi Kurdî tên nivîsandin. Lê belê li Zanîngeha Dîcleyê ders di pratîkê de bi Kurdî ne, lê destûr nayê dayin ku tez bi Kurdî bên nivîsandin. Yanî rewşa li Zanîngeha Dîcleyê rewşeke nû nîne; ji roja ku Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî vebûye û vir ve li Zanîngeha Dîcleyê destûr nayê dayin ku tez bi Kurdî bên nivîsandin.
Ne bawer im ku li devereke din a cîhanê rewşeke bi vî rengî ecêb hebe. Ders hemû wê di pratîkê de bi Kurdî bin, lê belê dawiya dawî tez jî ji neçarî bi Tirkî bên nivîsandin. Gelek xwendekaran tezên xwe yên lîsansê yan jî doktorayê bi Kurdî nivîsandine, parastina teza xwe bi Kurdî kirine, lê belê piştre neçar mane ku vê yekê wergerînin Tirkî û bi vî rengî radestî zanîngehê bikin. Ev rewşa ecêb a li Zanîngeha Dîcleyê êdî bi aqil û zanistê nikare bê vegotin."

Ji bo siberojê hêvî heye

Sûbaşi bi bîr xist ku bi ragihandina Rewşa Awarte re bi sedan saziyên ku li ser çand û zimanê Kurdî dixebitin, hatin girtin, ceza li gelek mirovan hate birrîn û got, "Ji ber vê yekê bivê nevê karên ji bo çand û zimanê Kurdî dihatin kirin rawestiyan. Lê belê bandora neerênî ya vê yekê hate şikandin. Em dikarin bibêjin ku dema bê wê pêşketinên mezintir li vê qadê bibin."
Sûbaşi got, zimanê Kurdî roj bi roj li qada akademîk bi pêş ve diçe û wiha peyivî: "Mînak, li Rojava, li Başûr li dibistanan bi Kurdî perwerde tê kirin. Ev yek jî derfetên bipêşketinê li her warê jiyanê û li warê zanistê ji bo Kurdî diafirîne. Her wiha weşangeriya Kurdî jî bi pêş ve diçe. Bi dîtina min bandora van bipêşketinan wê dema bê zêdetir bibe."
 

STENBOL