Navenda Çandê ya Mezopotamyayê sezona biharê ya kursên huner li Mêrdînê vekir. Mamosteya muzîkê Sema Ozal Asî derbarê kursan de agahî dan û bang li zarok, ciwan û her kesî kir da ku ji bo qeydiya li kursan miracaet bikin. Li navenda çandê tevî tevdîrên hişk ên li hember şewba koronoyê, kursên tembûr, gîtar, erbane, şano û qoroya zarokan hebin.
 
‘Em ji bo dersan amade ne’
 
Sema destpêkê bal kişand ser kursan û got, "Me weke navenda çandê ya Mezopotamyayê dest bi kursên xwe yên sezona biharê kir. Ji bo kursan amadekariyên me hemû temam in. Mamosteyên me li benda şagirtan in. Miracaetên ji bo kursên me dest pê kir û wê heta du hefteyan dewam bikin."
  
Semayê diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de yek ji xalên ku wan dixe nava gumanan parastina ji şewba ji ber vîrusa koronoyê ye û got, “Li hemberî şewbê me hemû tevdîr girtine. Amedekariyên me yên di hêla tendirustiyê de jî temam in. Em ê di her polê de bi qasî 3 yan 4 şagirtan bigirin. Maske, dezenfenktan û cîhaza agirpîvanê hene ango ji bo paqijiyê jî tişta pêwîst me amade kiriye. Em dikarin bi dilekî rehet dest bi fêrbûnê bikin. Em ê di şewbê de nebin nexweşî, em ê bibin derman. Ji ber ku şewb û pirsgirêkên bi şewbê re di nava civakê de rû dane, dibin sedema xirabûna derûniya civakê. Li dijî van pirsgirêkan ji bo aramiyê muzîk derman e.”

MA/MÊRDÎN