Navenda Çanda Mezopotamya ji bo “Salvegera 30´î ya avakarina NÇM´ê” li Stenbolê konserekê li dar dixe. NÇM bang li gelê Kurd kir da ku xwedî li konserê derkeve û beşdarî şahiya wan bibe.
Konsera NÇM’ê 16’ê Cotmehê saet di 18:00’an de dê li “Bostancı Gösteri Merkezi” li dar bikeve.
Hunermendên ku di konserê de derdikevin ser dikê ev in;
Xêro Abbas, Mîkaîl Aslan, Gulseven Medar, Koma Ma, Hinek Henek, Deniz Esmer, Rûken Yilmaz, Koma Jinên Sûrê, Genim, Mervan Tan, Talat Yeşîl, Ferît Elalmiş, Nuray Balik, Engîn Cengiz, Weysî Ermiş, Nurcan Degirmenci, Umit Uçar, Nurhak Kilagoz.
STENBOL