Naxwaze nijadperestan bibîne

Nûçeyên Cîhan

Duşem 3 Tebax 2020 - 23:00

Dawiya hefteya bihurî parlamentera federal ş berdevka siyaseta koçberiyê ya Partiya Çep (Die Linke) Gokay Akbulut li bajarê Elmanyayê Ulmê semînerek da. 21´ê Tîrmeha bihurî komeke bi mexlesa NSU.2.0, li Gokay Akbulutê gefa kuştinê xwaribû.
Wê got, nijadperestî li Elmanyayê sazûmankirî ye û ji ber wê jî zarokên ji malbatên karker, koçber û dê û bavê bi tenê jî dikevin ber cudakeriya civakî. Li gorî wê kîndariya AfD´ê jî rewşê xirabtir dike. Wê wekî din got, ji ber çalakiyên xwe yên di komeleyên Kurd û Elewî de Saziya Îstîxbarata Elman wê dişopîne, lê gava mesele çalakiyên rastgiran be, dewleta Elman çavên xwe miç dike û xwe li kerr û korbûnê datîne. Ew îşaret bi nijadperestên Tirk ên li Elmanyayê jî dike û dixwaze ku meseleya rastgiriya tundraw ji nêz ve bê şopandin. 

ULM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.