Navenda Çand û Huner a Cemîl Horo ya li Helebê bi beşdarbûna 100 kesî dewreyên perwerdeyê yên muzîk, wênesazî, stran û dîlanan dan destpêkirin. Rêveberên navendê diyar kirin ku armanca wan parastin û dewlemendkirina çanda Kurdî ye.

Di çarçoveya xebatên bipêşxistina behreyên zarok û ciwanan de, Navenda Çand û Huner a Cemîl Horo ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, dewreyên perwerdeyê yên muzîk, govend, stran û wênesaziyê yên bê pere vedike.

Niha 100 xwendekar li navendê dikevin van dersan. 

ANHA/HELEB