Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bajarê Hesekê “Navenda Kizwan a Çanda Jinê” vekir. Armanc ji vekirinê vê navendê vejandina çanda jinên Kurd, Ereb û Suryan û pêşxistina wan e.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Şûkriya Mihemed bi xêrhatina beşdaran kir, vekirina navendê li gelên herêmê pîroz kir. Şûkriya Mihemed got, jiyana hevbeş a gelên herêmê çanda wan nîşan dide, vejandina çand û kevneşopiyê hewcedarî hêz û piştgiriya tevahî gelan, nexasim jinan e.

Endama Koordînasyona Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Qamişlo Sumeya Mihemd jî wiha got: “Jin bi çanda xwe tê naskirin, divê em jinên herêmê çanda xwe biparêzin, divê tevahî sazî destekê bibin çandê, ji ber ku dagirker her tim hewl didin çanda me bikin hedef.”

Deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Delîl Cûda, Terva Osman ve hate vekirin.

Di dawiyê de Koma Gere Stêrk a jinan a stranan, Koma Arîn a govendê, Koma Şehîd Darsîn a Şanoyê hunerên xwe pêşkêş kirin.  ANHA/HESEKÊ