Mykonos û çend pirs

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Yekşem 10 Nîsan 2022 - 22:09

  • Biryara dozê, tevî ku hikûmeta federal a Elman hingê mudaxele kir jî, biryareke baş bû ku tê de eşkere berpirsiyariya dewleta Îranê di asta serokkomar de dihat eşkerekirin.

Beriya bêhtirî 29 salan, 17´ê Îlona 1992´yan di dema birêveçûna Însternasyonala Sosyalîst de 2 zilam saet 23:00´yan ketin hundirê restoranta Mykonosê; wan bi sîlehên otomatîk û dermançeyan Sekreterê Giştî yê PDK´a Îranê Sadiq Şerefkendî, nûnerê heman partiyê yê Fransayê Fetah Ebdolî, nûnerê wê yê Elmanyayê Hurmayûn Erdelan û muxalifê rejîma Îranê Nûrî Dehkordî şehîd kirin. Piştî komkujiyê bi 5 salan, Nîsana 1997´an yanî beriya bi 25 salan doza li dijî qatilan bi dawî bû. Li Kazim Darabî weke organîzatorê komkujiyê, cezayê heta hetayê hat birrîn, lê ew sala 2007´an teslîmî Îranê hat kirin û li wir weke lehengekî rejîmê hat pêşwazîkirin. Li tetikkêşekî jî cezayê heta hetayê hat birrîn, lê ew jî sala 2007´an teslîmî Îranê hat kirin. 2 kesên din ên ku 4 sal û 11 sal cezayê hepsê li wan hat birrîn jî ji mêj e ku serbest in. Yanî piştî eşkerekirina biryara doza komkujiya Mykonosê bi 25 salan, îro ji kujerên Şerefkendî ti kes di hepsê de nîne.

Biryara dozê, tevî ku hikûmeta federal a Elman hingê mudaxele kir jî, biryareke baş bû ku tê de eşkere berpirsiyariya dewleta Îranê di asta serokkomar de dihat eşkerekirin. Wezîrê ewlehiyê yê rejîmê yê hingê Elî Felahiyan jî mejiyê komkujiyê bû û wiha jî di biryarê de îşaret bi rola wî dihat kirin. 

Esas hikûmeta federal a Elman dixwest berpirsiyariyê bixe stûyê PKK´ê, heger ew nebe jî weke komkujiyeke encama şerê Kurd li dijî Kurd bide nîşan. Em dibînin ku dozgeriya federal - muhtemelen, ji ber ku hikûmetê berê wê ber bi wir ve bir - zûzûka hê serê pêşî behsa zen û gumana berpirsiyariya PKK´ê kir. Lê mala xwedê ava, dozgerê federal ê ji dozê berpirsiyar Bruno Jost, ev gumana ku danîbûne ber wî, xiste ber lêpirsînê. Heger wî jî weke lêkolerê sereke yê ji doza reşkujiya serokwezîrê Swêdê Olof Palme berpirsiyar, Hans Holmer - muhtemelen di encama operasyoneke NATO´yê de - bikira, wê delîlên îşaret bi Îranê û kujerên din bikin, biketana qaseyekê û bi salan bihatana veşartin. 

Dozgerê federal guh neda hikûmeta federal; ne carekê du caran! Sala 1993´yan Hikûmetê bi biryarnameyekê li dozgeriya federal qedexe kiribû ku eşkere behsa berpirsiyariya rejîma Îranê di komkujiya li Berlînê de bike. Lê hem dozgerê dozê Bruno Jost û hem jî serdogerê federal Alexander vom Stahl guh nedan vê zêdegaviya  hikûmeta federal - hingê koalîsyona CDU-CSU û FDP´ê hebû. 17´ê Gulana 1993´yan wan li dijî 2 tetikêşên Libnanî û organîzatorê Îranî Darabî û du kesên din doz vekir. 

Di doza qetilkirina Sekreterê Giştî yê PDK´a Îranê yê beriya Şerefkendî, Ebdurehman Qasimlo li Viyanayê de jî lêkolînerê polês û dozger zûzûka bi ser berpirsiyariya rejîma Îranê ve bûbûn. Lê berpirsiyariya şopandin û cezakirina berpirsiyaran xistibûn stûyê hikûmeta federal.

Rêveberê lêkolîna komkujiya li Viyanayê Oswald Kessler bû. Wî hema piştî komkujiya 13´ê Tîrmeha 1989´an ev daxuyanê dabû: "Kurd hatin înfazkirin, Îranî sax in. Ji bo me mesele zelal e. Niha êdî siyaset wê biryarê bide."

Siyaseta Awusturyayê hingê biryar da ku tiştekî li dijî Îranê neke. Jixwe belkî ji ber wê, rejîmê Îranê karî komkujiya li Berlînê bike. Esas hikûmeta federal a Elman jî weke hikûmeta Awurturyayê tevgeriyabû. Lê dozgerê federal ê ji dozê berpirsiyar û serdozgerê federal, bi ya hikûmetê nekiribûn. 

Siyaseta wezîrê karê derve yê hingê Klaus Kinkel hingê diyar bû: "Diyaloga rexnegir" bi Îranê re divê dewam bike. Ev siyaseta "diyaloga rexnegir" heman salê weke siyaseta fermî ya Yekîtiya Ewrûpayê jî hatibû ragihandin. Klaus Kinkel di heman demê de ji başkirin û bipêşvebirina têkiliyên bi dewleta Tirk re jî berpirsiyar bû. Wî ji wezareta karê hundir a Elman jî xwestibû PKK were qedexekirin. 

Mirov bivê nevê difikire, gelo hingê hikûmeta Elman hay ji komkujiyê hebû û bi qest çavên xwe lê miç kirin, da ku paşê PKK´ê gunehbar bike û zemînekî hiqûqî ji qedexekirina wê re çêke! Delîl li ber destê min nînin, lê piştî van agahiyên li jor, dikarim bi rehetî bibêjim, ne dûrî aqilan e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.