Muzîka Kurdî li dêrê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 4 Tebax 2020 - 23:00

Li bajarê Elmanyayê Wurzburgê ji bo ku di vê serdema krîza ji ber şewba Cobid-19´ê de bêhtir çalakiyên muzîkê li xelkê bajêr vekirîbin, Musik.Kirche St. Johannis biryar da ku her îna destpêkê ya mehekê ew cih û mekan bidin muzîka ji cûre û stîlên cihê. Di vê çarçoveyê de 7´ê Tebaxê, yanî îna li pêşiya me, saet 19:00´an Hussien Mahmoud û Felix Schneider wê civaneke muzîka rojhilat û rojava deynin. Hussien Mahmoud wî melodî û awazên ji muzîka gelêrî ya Kurd pêşkêş bike û Felix Schneider jî wê bi piyanoyê tevî hin hêmanên jazzê refaqetî wî bike. Kilamên Kurdî, stranên azadiyê û muzîka dawetan a Kurdan bi vî rengî wê diyalogekê bi muzîka rojava ya Ewrûpî re deynin. Kî bixwaze dikare bêpere biçe û guh bide vê konserê.

WURZBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.