Mursel Nebîzade hate qetilkirin

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 17 Çile 2023 - 00:10

  • Mursel Nebîzade di êrişeke çekdarî de hate qetilkirin.

Parlementera berê ya Efxanistanê Mursel Nebîzade di êrişeke çekdarî de hate qetilkirin.

Parlementer Mursel Nebîzade ya 32 salî2, beriya desthilatdariya Talîbanê ya ji 2021’ê û pê ve, parlementerî dikir. Mursel nebîzade li Kabîlê li mala xwe hate qetilkirin. 

Di êrişê de ew û parêzvanê wê hatin kuştin, birayê wê û parêzvanekî wê jî birîndar bûn.

Tevî ku Talîban li welêt bûbû desthilatdar jî Nebîzade ji welat derneketibû. Nebîzade sala 2018’an li Kabîlê weke parlamenter hatibû hilbijartin û heta desthilatdariya Talîbanê jî li ser karê xwe bû. Ji parlamenterên berê Meryem Suleymanxîl têkildarî qetilkirina Nebîzade axivî û got: “Ew pêşengeke rasteqîn bû. Keseke bi hêz bû ku ji bo tiştên jê bawer dikir, dengê xwe bilind dikir.”

Endama Parlamena Ewrûpayê Hannah Neumann jî têkildarî kuştina Nebîzade got: “Xemgîn im, bi hêrs im û dixwazim dinya hemû bi vê bizane. Dibe ku ew di tariyê de hatibe kuştin lê Talîban pergala cihêkariya zayendî li pêş çavan ava kir.” 

ANF/KABÎL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.