Arkeologên li Misrê mûmyayên ku zimanên wan hatiye jêkirin û li şûnê pelên zêr ên bi şeklê ziman, hatine bicihkirin, dîtin.

Sala 2021’ê, lêkolerên li herêma Qewaisna ya Misrê, hestiyê serê mirovekî dîtin ku di devê wî de pelê zêr yê bi şeklê zimanan hebû. Piştî lêkolînên di navbera salên Bz 300 û Pz 640’î de li heman herêmê mûmyaya zilamekî, jinekê û zarokekî hate dîtin ku li şûna zimanê wan pelên zêr hebûn.

Pispor bawer dikin ku ji bo mirî bi xwedayê Misrê yê kevnar Osîrîs re biaxivin, di dema mûmyakirinê de zimanên wan hatine jêkirin û li şûnê pelên zêr ên bi şeklê zimanan hatine bicihkirin.

Serokê beşa arkeolojiyê ya dewletê ya Misrê, Dr. Ayman Aşmawî got, di encama lêkolînan de derktiye holê ku goristan di sê serdemên cuda de hatine bikaranîn.

Ev qad cara yekem di sala 1989’an de hatiye keşif kirin û di lêkolînên di navbera salên 1989 û 2000’î de avahiyên ji serdema Ptolemaîk û Roma yên salên beriya mîladê 300 û piştî mîladê 640´î hatibûn dîtin. 

Wêne: Egyptian Ministry of Tourism and Antiquitie

 

QAHÎRE