Hunermenda Îranî a bi eslê xwe ji Qezwînê Monîr Şahrûdî Fermanfermayan, di hunerê xwe de gelek caran rêûresmê berê yên xemilandinê bi kar anîne. Li vir jî em hem pîvanên geometriya hunerê Îslamî li aliyekî dibînin û li aliyê din jî rêûresma boyaxkirina berepaşa camê. Hunermend 96 salî li Tehranê 20´ê Nîsana 2019´an li Tehranê wefat kir, lê hê di saxiya wê de sala 2017´an ji bo huner û berhemên wê li Tehranê Museya Monîr hat vekirin.
Tesîra hunerê Monîr herî zêde piştî sala 1957´an li ser çanda nav malê û xemla nav malê bû. Piştî ku Xumeynî hat ser hukm, ew 20 salan mişext bû li New Yorkê, lê sala 2004´an vegeriya Tehranê û bi alîkariya xebatkarên xwe yên berê û hinên nû wê sêwirandina mozaîkan heta mirina xwe dewam kir.
Filma Monçîr a Behmen Kiyarostemî ya bi navê Monîr jî belgeyek li ser jiyan û berhemên wê bû ku sala 2014´an temam bû. n
TEHRAN