Parlamentera HDP’ê Semra Guzel diyar kir ku ji dema Seyît Riza heta niha, hewl tê dayîn ku serê gelê Kurd bê tewandin û têkildarî girtin û rakirina parêzbendiya xwe wiha axivî: “Mixalefet jî parçeyek ji vî karî ye.”
Dewleta Tirk parlamentera HDP´ê ya Amedê Semra Guzel 2’yê Îlonê li Stenbolê kire nezaretê. Guzel birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê, dema 3’yê Îlonê ew birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê, polêsên Tirk bi destên wê li pişt wê kelemçekirin, şidet lê kirin û hewl dan “serê wê bitewînin”. Lê Guzel serê xwe netewand, Ew bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li dadgehê hate girtin.
Semra Guzel, li ser girtina xwe Ajansa Mezopotamyayê (MA) re peyivî.
Guzel da zanîn ku wêneyên ku pê ew kirine hedef sala 2014’an hatine girtin û got, “Di wêneyan de ti sûc tine ye. Wêne di pêvajoya çareseriyê de hatine girtin û ji bilî têkiliya nêzbûnê ya di navbera her du kesan de tiştekî din tê de nîne. Lê wan hewl da ku wesfa ‘endamtiya rêxistinê’ li wêneyan bar bikin.”
Guzel destnîşan kir ku rakirina parêzbendiya wê ne li gorî hiqûqê bû û got, “Di vê pêvajoyê de berî her tiştî divê parastina wekîl bê girtin û piştre biryar bê dayîn. Lê belê rewş ne bi vî rengî bû.”
Guzel, bi bîr xist ku CHP û Îyî Partiyê jî têkidlarî rakirina parêzbendiya wê deng dane û wiha peyivî: “Di encamê de înfazeke bê dadgehkirin pêk hat. Belê desthilat û hevkara wê jixwe esas hêmanên ku ev pêvajo bi rê ve dibirin bûn. Lê divê destnîşan bikim ku mixalefet jî perçeyek ji vî karî bû. Her roj derdikevin ser dikê û weke soza hilbijartinê qala vegera li sîstema parlamenteriyê dikin. Qesta wan a ji vê sîstemê çi ye? Mixalefeta ku her roj hikûmet û sîstema hiqûqê rexne dike, parlamenterek, endameke parlamentoyê, teslîmî sîstema yasayî ku baweriya wê jî pê nayê, kir. Ev rewş di heman demê de perspektîfa mixalefetê ya li ser pirsgirêka Kurd û sîstema parlamenteriyê jî nîşan dide.”
STENBOL