ŞIYAR ZAXO

 

Ew fikra dibêje, Tirkiye li Lîbyayê qels bûye, ne rast e, divê mirov xwe nexapîne. 18 hezar çeteyên wê yên ji Sûrî li Lîbayayê ne. Wekî din bêhtirî 15 hezar çeteyên ji welatên din ên dinyayê hene, yên weke DAIŞ. El-Qaîde û yên din wê li Lîbyayê bi cih kirine. Texmîn dibêjin wê hêzeke welê ya ji 35 ta 40 hezaran biriye Lîbyayê. Wê bi dehhezaran çete ne tenê ji bo demeke kurt birin Lîbyayê. Pîlanên demdirêj hene, dewra Emerîkayê, Îsraîlê heye. Parlamena Tirkiyeyê hîna nû destûr da ku artêşa Tirkiyeyê biçe Efrîkayê. Yanî rola Tirkiyeyê wê li Efrîkayê zêde bibe. Yanî wê çeteyan hemûyan bibe Lîbyayê. Di ser wir re derbasî Somaliya û welatên din ên Efrîkayê bike.

Şerê mezin wê li Tûnis û Cezayîrê bibe

Niha rewşa Lîbyayê hinekî sekinandin. Ji ber ku cebheyeke din li Qerebaxê vekirin. Ji Sûrî 4 hezar çete birin wir. Bi ya min, ew dinyayê xafil dike, da ku bal ji ser Lîbyayê bide alî. Lê Efrîkayê hîna şer dest pê nekiriye. Nexasim Tûnis û Cezayîr, dibe ku ji Iraqê jî xirabtir bibin.
Ew civînên li Mexribê (Fasê) çêbûyî jî, aliyên Serac û Hefter beşdar kirin. Yanî parlamen û hikûmet beşdar bûn. Li ser hin pîvanan li hev kirin; ji bo ji nû ve konseya serokatiyê, parlamen, dadger û serokê Bankaya Lîbyayê bên hilbijartin. Biryar nehatin girtin û aliyan got, nîqaş erênî bûye.
Beriya wê jî li Misrê civîneke aliyên eskerî yên herdu aliyan li bajarê Erdeqa civiyan. Aliyan li hev kir ku yek artêşa Lîbyayê çêbe. Lê bicihanîna vê lihevkirinê pirr zehmet e. Ji bo bajarê Sirtê jî biryara çêkirina esker û polêsekî taybet hat girtin. Ev hemû amadekariyên ji bo civînên li Cenevreyê bûn.
Li ser erdê bi xwe tiştek neguheriye. Her aliyek li cihê xwe ye. Aliyê bi Tirkiyeyê ve girêdayî û çeteyên dewleta Tirk wê derbasî bajarê Sirtê û Cefra nabin. Ev bazareke siyasî ye. Ne Emerîka, ne Fransa, ne Elmanya û ne jî Îtalya, wan jî li hev nekiriye, nakokiyên wan hene, ka kî wê biçe ku. Ev jî amadekarî ne ji bo şerê cidî yê siberojê yê muhtemel ê li Tûnis û Cezayîrê.

Enerjî wê di Misrê re derbas bibe

Di nava welatên Ereban de hêzên hegemon her yekî rolek daye wan e. Li Efrîkayê dîsa Tirkiye heye, ew çeteyan dibe û tîne, projeya hêzên hegemon pêk tîne. Li Efrîkayê, roleke mîna ya Qeterê li Rojhilata Navîn, dane Fasê. Herçî Fas e, kontrola wê bi destê Îsraîlê ye. Gava li wir civînek dibe, yan Îsraîlê yan jî Emerîkayê ew wezîfe daye Fasê, ji bo ku wê civînê çêke. Ev jî li beramberî Misrê didin xebitandin.
Roleke Misrê jî heye. Lê ew carinan ji vê rola xwe derdikeve. Ji ber vê jî kirinên weke civînên li Fasê ji bo çêkirina zexta li ser Misrê ye. Ji Misrê re dibêjin, tu weke me nekî, em rola te ji te distînin. Ev mecbûriyet e, ne ku bi dilê Misrê ye. Halê hazir ew Misrê hazir dikin ku rola dewleta Tirk a di sedsala 20´an de yê çoyê hezên hegemon li ser dewlet û miletên rojhilata Navîn bidinê. Niha hizr ew e ku ev rola Tirkiyeyê nemaye û divê dewleteke din bi vê rolê rabe. Ji bo vê Misrê hazir dikin. Tu dibînî, lûleyên gazê, neftê hemûyan li Misrê kom dikin, wê ji Misrê derbasî Ewrûpayê bibin.
Lê li vir jî dîqeteke heye, ew naxwazin bi halê heyî vê kontrolê, vê rolê bidin Misrê. Divê ew hinekî xwe biguhere da ku carinan ji kontrolê dernekeve. Naxwe sîlehên didinê û tiştên din nîşan didin ku wê hazir dikin. Weke encam rola Misrê kêm nebûye, wê bibe hêzeke ku herêmê hemûyî kontrol bike, lê li pişt perdê hêzên hegemon hene.