Ji zimanzan û fîlozofên navdar ên hîna sax, Noam Chomsky salên 1990´î çûbû Tirkiyeyê û hatibû Kurdistanê jî. Edîtorê kovara TIME´ê Anand Giridharadas, heveyvînek bi Chomsky re kir û tê de cih da wî beşê ku Chomsky behsa Kurdisdtanê û çar ciwanên Kurd jî dike. Ew dibêje, ew nizane çi bi wan zarokan hatiye. Lê em dizanin ku yek ji wan Çiyager Hêvî bû, fermandar û şervanên Berxwedana Sûrê. Ji xwe wî hingê bi Chomsky re wêneyek jî girtibû. Ev qismê hevpeyvînê li jêr e:
Ji bo mîrasa tu ji mirovan re bihêlî, tu li çi difikirî? Te hewl da tu çi bikî û niha tu li ku yî?
Ez nafikirim ku ti mîrasa min hebe. Tişta ez pê re elaqedarim, mirovên karkir in. Navê pirraniya wan wê neyê zanîn. Ez jê piştrast im ku ne tu ne jî ez, em ê nikaribin navê wan zarokên çalakiya rûniştinê ya Greensboroyê kirin. Mirovên ku ez herî zêde rêzê ji wan re digirim, navê wan nayê bîra min. Ew ên li wargeha penaberan a Laosê. Gundiyên li Kolombiyayê xwe ji êrişên hêzên paramîlîter û şirketên bi kanên zêr çavkaniyên avê tine dikin, diparêzin. Mirovên li Tirkiyeyê li herêmên Kurdan dimînin.
Ez nimûneyekê bidim. Asta jor a zilma Tirkan li Kurdan kirî pirr êrişkar bû. Salên 1990´î salên herî xirab bûn. Clinton bi xurtî destek dida (Tirkiyeyê). Tevî ku pê êriş zêdetir jî dibûn, Clinton sîleh bi lodan didan. Ber bi daiwya wê serdemê, ez çûbûm wir. Min li wir axaftinek kir.
Te nekarî bi Kurdî bipeyivî. Ev sûc bû. Mumkin bû mirovek bê windakirin û careke din kes wî nebîne. Ji bo ku hêzên ewlekariyê zêde neqeherînim, bi tevdîr bûm. Di dawiya axaftina min de çar zarok hatin, di destê wan de kitêbeke mezin hebû. Ev ferhengeke bi Kurdî û Tirkî bû. Zarokan got, "em ê têkoşîna xwe dewam bikin“. Ez nizanim çi bi wan hat. Lê belê li seranserê dinyayê mirovên wisa, mirovên hûn rêzê ji wan re bigirin in. Ji bo mîraseke muhtemel ên girîng ew in."
NAVENDA NÛÇEYAN