Li Silêmaniyê ji bo “Roja Jîngehê ya Herêma Kurdistanê” filmê ‘Mirov û jîngeh’ hat nîşandan.
Li Salona Xak a Silêmaniyê ji bo “Roja Jîngehê ya Herêma Kurdistanê”, gruba Xêzan filmê ‘Mirov û jîngeh’ da nîşan.
Derhêneriya filmê ‘Mirov û jîngeh’, Serokê Gruba Huner a Xêzan, Rêbwar Mihemed kiriye. Dîmen û montaja filmî ji aliyê Bawer Refîq ve hatiye kirin. Dema filmî nîv saet e û sahneyên filmî li nava Silêmaniyê û derdora wê hatine girtin.
Derbarê armanc û naveroka filmê ‘Mirov û jîngeh’ de Derhêner Rêbwar Mihemed got, “Armanca çêkirina vî filmî ew e ku ew her ferdê civakê derbarê parastina jîngehê de şiyar bikin û berpirsyartiya li beramberî jîngehê bibîra wan bixin. Fikra çêkirina vî filmî çavkaniya xwe ji roja jîngehê ya Herêma Kurdistanê digire. Ji bona wê, hinek rojên cîhanî mijareke ji karên grûba me ne.”
Ji welat hez bikin û jîngehê biparêzin
Rêbwar wekî din got, wan xwestiye bi vî filmî hesta berpirsyartiya li beramberî jîngehê bi civakê bidin hîskirin. Gelek dîmenên filmî rast in û ji wan paşmahiyên ku ji aliyê welatiyan ve di cih de mane, hatine wergirtin.
Di dawiyê de jî Derhêner Rêbwar Mihemed ji bo parastina jîngehê bang kir: “Heger hûn ji xak û welatê xwe hez dikin, jîngehê biparêzin. Em parastina jîngehê di nava xwe de bikin çandek.”
Roja Jîngehê ya Herêma Kurdistanê çawa hat diyarkirin?
Di 16’ê Nîsana 1987’an de rejima Beesê, Şêx Wesan û Balîsan yên li devera Xoşnawyetî kîmyabaran kir. Di encama kîmyabaranê de 264 welatî şehîd bûn û zêdetirî 400 welatî jî birîndar bûn. Xak û xwezaya deverê jî jehrawî bû. Ji ber vê yekê Parlamena Herêma Kurdistanê di 7’ê Nîsana 2008’an de roja 16’ê Nîsanê weke Roja Jîngeha Kurdistanê pejirand.
Her sal vê rojê, ji bo parastina jîngeha Kurdistanê û zindîkirina hestên berpirsyartiyê ji aliyê welatî û aktîvîstan ve pêngavên hişyarkirinê tên avêtin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ